Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn

img
ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji polîtîkaya tunekirina destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd e û xwest hiqûq were bicihanîn. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike dabûn destpêkirin di roja 32’yemîn de bi dawî bû. Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîn Kenanoglû, Muazzez Orhan, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Surucu, Kemal Pekoz, Ridvan Tûran û Huseyîn Kaçmaz bi dowîzên li ser “Bila li Îmraliyê hiqûq were bicihanîn” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî re li baxçeyê Meclisê daxuyanî da. 
 
NOBET BI DAWÎ BÛ
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ê di nobetê de axivî, da zanîn ku di roja dawî ya Nobeta Edaletê de ne. Olûç, diyar kir ku demekî dirêj e li Îmraliyê tecrîd didome û wiha got: “Di cîhanê de mînakeke wiha nîne. Wezareta Dadê û desthilatê mînaka ku li cîhanê nebe careke din li Tirkiyeyê afirand. Tecrîd ne tenê hevdîtina ku bi parêzer û malbatê re neyê kirin û bi telefonê neyê axaftine, tecrîd di heman demê de ji holê rakirina hiqûqê ye. Her wiha tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji polîtîkaya tunekirina destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd e”
 
Olûç, bi lêv kir ku ji adara 2021’an ve ji Ocalan agahî nayên girtin û anî ziman ku hemû serlêdanên hevdîtinê bi cezayên dîsîplînê tên redkirin. Olûç, diyar kir ku ji Îmraliyê tu agahî nayên girtin û wiha berdewam kir: “Bi awayekî aşkere hiqûqa netewî û navnetewî tê binpêkirin. Peymanên navnetewî ku Tirkiyeyê îmzekirine tên binpêkirin. Ev mijar di qada navnetewî de bûye mijara hiqûqnasan. Vê desthilatê Tirkiye xistî ye vî halî.”
 
‘BÛYE MESELEYEKE NAVNETEWEYÎ’
 
Olûç, anî ziman ku li dijî tecrîda ku Wezareta Dadê û rayedarên desthilatê dibêjin tune ye, raya giştî ya cîhanê vê tecrîdê nîqaş dike û serdanên ku beriya niha gelek parêzeran bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kiribûn bi bîr xistin. 
 
‘OCALAN ÎMTIYAZÊ NAXWAZE’
 
Olûç, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Birêz Ocalan îmtiyazê naxwaze. Dibêje, ‘ez ne îmtiyazê ez hiqûqê dixwazim.’ Em jî di hemû serlêdanên xwe yên Wezareta Dadê û bi rayedarên desthilatê de ne îmtiyazê hiqûqê dixwazin. Em dixwazin hiqûq were bicihanîn. Piştî 32 rojan Nobeta Edaletê bi dawî dikin. Ji 6’ê sibatê û pê ve, em ê ji navçeyên Gever û Qoserê ji du baskan dest bi meşa ‘Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve bimeşin’ bikin. Ji ber ku divê ev rewşa derveyî hiqûqê demildest bi dawî bibe û hevdîtin bên kirin. Em careke din bang li Wezaretê dikin. Bikin ku hiqûq bi cih were. Ji serlêdanên hatine kirin re bersivê bidin.”