Pîroglû: Dijminatiya gelê kurd sedemê hebûna desthilatê ye

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû siyaseta dijminatiyê ya li dijî gelê kurd weke “sedemê hebûna desthilatê” penase kir û wiha got: “Di nava şer û xwînê de sindoqeke ku demokrasî serbikeve nikare were danîn.”
 
Êrişên hewayî yên dewleta tirk di 20’ê mijdarê de li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam dikin. Ji bilî qadên leşkerî gelek qadên sivîl hedef hatin girtin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Gefa êrişên bejahî yên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar berdewam dikin. 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand û bang li hêzên ked û demokrasiyê kir ku li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê di serdema beriya hilbijartinê de zêde kirine, têbikoşin.  
 
LI ROJHILATA NAVÎN POLÎTÎKAYA BELAVBÛNÊ
 
Pîroglû, ê destnîşan kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî pîvanên cuda ne, diyar kir ku dewleta tirk li Rojhilata Navîn polîtîkaya belavbûnê dimeşîne û wiha got: “Tirkiyeyê ji Idlibê heta Başûrê Kurdistanê herêmeke cidî xistiye bin kontrola xwe. Ev pêvajoyeke ku berê parêzvaniya wê dikir û paralelî 'Polîtîkaya Neo-Osmanî' ya niha dimeşîne. Ev polîtîkayeke dewletê ye.”
Pîroglû da xuyakirin ku şaş e ku êrîşên tên kirin bi tenê bi polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ve bên girêdan û destnîşan kir ku Amerîka û welatên xwedî planên stratejîk ên li Rojhilata Navîn piştgirî didin û van polîtîkayan erê dikin. 
 
SEDEMÊ HEBÛNA DESTHILATÊ  
 
Pîroglû siyaseta dijminatiyê ya li dijî gelê kurd weke “sedemê hebûna desthilatê” penase kir û wiha got: “Ev siyaseta desthilatê piştî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an ava bû. Ev pêvajoya avakirinê teqabulî serdema herî bi xwîn a li welat kir.”
 
Pîroglû diyar kir ku ev pevxistin bi serdegirtina polîsan a li ser Navenda Giştî ya HDP’ê û girtina hevserokên partiyê û parlamenteran a wê demê bi dawî bû û bal kişand ku îro jî pevxistineke bi heman rengî heye û destnîşan kir ku deshilat hewl dide bi komkujiyan li ser piyan bisekine. 
 
DI NAVA ŞER DE SINDOQ
 
Pîroglû, diyar kir ku tiştên di serdema dawî de pêk hatin dide nîşandan ku wê li Tirkiyeyê pêvajoyeke hilbijartinê ya “bi aram” pêk neyê û berdewam kir: “Beşeke mezin a muxalîfan li bendê ne ku desthilat zûde hilweşiyaye û wê bi sindoqê ji holê rabe. Lê êrişa Taksîmê û hin hewldanên din nîşan didin ku hêj malzeme di destê Erdogan de hene û ji bo desthilat li ser piyan bimîne wê her tiştî bike. Desthilat dixwaze di atmosfereke şer û nav xwînê de sindoqekê deyne. Di nava şer û rijandina xwînê de sindoqeke ku demokrasî lê bi ser bikeve dikare bê danîn. Ji vê tenê hêzek zordesttir derkeve holê.”
 
TIFAQA MILET JI BO TIRKIYEYÊ NE XELASÎ YE!
 
Pîroglû, diyar kir ku Tifaqa Milet ji bo Tirkiyeyê ne xelasî ye û  axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevlibûna rêxistinên kedê ya pêvajoyê wê di polîtîkayên Tifaqa Milet de diyarker bin. Heke em nekin em ê berdewam bikin ku niyet û kêmasiyên wan biaxivin. Di pêşnûmeya make qanûnê de gelek kêmasî hene, lê belê wan pêşnûmeyek avêt holê, an em an ew dê hundirê vê dagirin. 
Dema ku ev pergal were hilweşandin, dema ku ev desthilatdarî were hilweşandin, dema ku hêzeke nû were avakirin an wê di hêla demokrasiyê de gavek were avêtin an jî ya heyî wê dîsa were restore kirin û were domandin. Li vir yên diyarker em in û karekî dikeve ser milê me heye. Divê em hem têkoşînê hem jî hevgirtinê bilind bikin.”
 
MA / Firat Can Arslan