Parlamenterên AKP û Partiya ÎYÎ şer kirin

img
ENQERE - Di hevdîtinên budçeyê yên li Meclisê de parlamenterên AKP’ê û Partiya ÎYÎ li hev xistin. 
 
Li Desteya Giştî ya Meclisê li ser Teklîfa Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan hevdîtin tên kirin. Di hevdîtinên berdewam dikin de di navbera parlamenterên AKP’ê û Partiya ÎYÎ de şer derket. Parlamenterê AKP’ê yê Bûrsayê Zafer Işik û Parlamenterê ÎYÎ’yê yê Trabzonê Huseyîn Ors nîqaş kirin û paşê bi kulman şer kirin. Işik bi kulman serê Ors şikand û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber şerê qewimî Wekîlê Serokê Meclisê navber da hevdîtinê.