Eksîk ê HDP’î ku ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin bang li Meclisê kir

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk îşkenceya lê hatiye kirin weke “heqareteke” li dijî manewiyeta Meclisê pênase kir û wiha got: “Divê Serokatiya Meclisê piştî giliyê min mudaxilî pêvajoya darizandinê bibe.” 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk, di meşa protestokirina pergala tecrîdê û binpêkirinên li girtîgehan a di 9’ê cotmehê ya li Gever a Colemêrgê ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin. Eksîk, bi daxwaza ku mudaxilî pêvajoya darizandinê bibe, daxwazname da Serokatiya Meclisê. 
 
Eksîk, di daxwaznameya xwe de da zanîn ku gelek parlamenter û welatî bi lêdanê hatine binçavkirin û wiha got: “Ez û parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede jî hatin derbkirin. Hêzên ewlekariyê ku sînorê peywir û rayeya xwe derbas kirine, serî li tundiyê dan. Li gel ku min ew hişyar kirin û jê re got ku hestiyê ranê min şikest jî, tundiya xwe ya fîzîkî domandin. Piştî ku ez ketim erdê, hêzên ewlekariyê bûn sedem ku yekparetiya ling û bedena min xerab bibe. Tevî ku min jê re got lingê min şikestiye, tundiya xwe domandin. Pir eşkereye ku ev miameleya polîsan a li dijî min li gorî qanûnan sûc e.
 
JI BO JIYANÊ TÊKOŞIYAM 
 
Polîsan, mertalên xwe li ser singê min şidandin û vê jî kir ku singê min zirar bibîne, biwerime, gelek deverên laşê min reş û şîn bibin û birîn çêbibin. Li ser vê yekê çûm beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî destwerdana ewilî, bi sedema ku talûkeya jiyanî heye ez bi ambulansê şandim Êlihê û ji wir jî bi balafira ambûlans re şandin Beşa Ortopedî û Norolojiyê ya Nexweşxaneya Bajar a Bîlkentê ya Enqereyê. Demildest girtin emeliyatê û min 20 rojan li Nexweşxaneya Bajar a Enqereyê û li Nexweşxaneya Koru ya Taybet ji bo jiyanê têkoşiyam. Di halê hazir de jî nikarim 6 mehan li ser pêyan bigerim. Lewma neçarim ku xebatên zagonî ji dûr ve bimeşînim. 
 
XALA 83’YAN A MAKEQANÛNÊ
 
Ji bo ku parlamenter bêyî zext û gefan bikarin nûnertiya gel bikin û bi awayeke azad tev li xebatên zagonsaziyê bibin, xala 83’yan a Makeqanûnê hatiye amadekirin. Lewma parlamento neçare ku pêdiviyên vê xala Makeqanûnê bicih bîne. Rêziknameya Hundir a Meclisê û Makeqanûnê derfeta venihêrîntina desthilatdariyê daye parlamenteran. Ev maf, hem li hundirê meclisê û hem jî li derve heye. Lewma jî destwerdaneke li dijî parlamenterekî, ne tenê li dijî mafê wî yê hilbijartinê di heman demê de destwerdaneke li dijî xweîfadekirina hilbijêrane jî. 
 
HEQARETEKE LI DIJÎ MANEWIYETA PARLAMENTOYÊ YE 
 
Tundiya polîsan a li dijî min hatiye bikaranîn, li dijî manewiyeta Meclisê jî heqaretek e. Min giliyê hêzên ewlekariyê kir. Serlêdana min niha li Serdozgeriya Komarê ya Geverê tê lêkolînkirin. Dixwazim ku Serokatiya Meclisê jî mudaxilî vê dozê bibe. Ev yek, berpirsyartiyeke dîrokî ye.”