HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin

img
ENQERE - HDP’ê bi boneya 7’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahir Elçî, peyamek parve kir û got: “Em ji bîr nakin û nedin jibîrkirin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 7’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, li ser hesaba xwe ya twîtterê ya bi kurdî peyamek parve kir û Elçî bi bîr anîn. 
 
Peyama HDP’ê wiha ye: “Di 7’emîn salvgera qetilkirina wî de em Tahir Elçî bi rêzdarî û bi rehmet bi bîr tînin. Elçî kurdekî aştîxwaz, rewşenbîrekî wêrek û xwedî wijdan bû. Bi sekn û helwesta xwe dengê milyonan bû. Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”