Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê starta kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin. Ez bi vekirî ji desthilatdariyê re dibêjim ku ev lîstikên we dê bi ser nekevin.” 
 
Koma Jinan a Parlamentoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, Civîna Koma Meclisê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, pêkhateyên partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Jiyana Nû ya Batikentê, Alinterî, Tora Parastina Jinan, Tevgera Jinan a Demokratîk, Komeleya Dema Jinan e û rêveberên jin ên rêxistinên Enqere, Eskîşehîr û Amedê tev li civînê bûn. 
 
Li rêzên eywana civînê wêneyên Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ku li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin Nagihan Akarsel û Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin û dovîzên "Ji şer re Na”, “Jin, jiyan, azadî” û “Li dijî tun dî, şer û xizantiyê em serî hil didin” hatin danîn. 
 
‘ZÎHNIYETA ŞER A AKP-MHP’Ê’ 
 
Buldan, jinên tev li civînê bûyîn bi kurdî silav kir û bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP’ê. Buldan, di serî de sersaxî ji malbatên kesên di encama êrişên hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ku ji Cerablusê li dijî Qerqamişê pêk anîn de jiyana xwe ji dest dabûn, xwest. Buldan axaftina xwe wiha domand: “Mixabin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Weke her carê em dibêjin, şer tê wateya hilweşînên mezin, karesatên mezin û êşên giran. Di dema şer de herî zêde jin mexdûr dibin û êşên herî giran jî em dayik dijîn. Divê hemû kes vê zîhniyeta şer a AKP-MHP’ê ku bo desthilatdariya guh nadin jiyana mirovan bibînin. Tifaqa AKP-MHP’ê ku dîtin dê winda bikin, ji bo domandina temenê xwe yê siyasî, bi polîtîkaya şer dest bi kampanyaya hilbijartinê kirin. 
 
ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN TIRKIYEYÊ
 
Êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û teqîna tarî ya beriya wê li Taksîmê hatiye kirin, ji ber xwe ve nehatin kirin. Bêguman divê gelek pirsên di serê mirovan de çêbûyîn bên bersivandin. Li şûna ku vê tariyê ronî bikin, desthilatdariyê serî li siyaseta şer da. Lê ez bi vekirî dibêjim ku ev lîstika wan dê bi ser nekeve. Weke ku desthilatdariya AKP-MHP’ê îdia dikin, modêla rêveberiya demokratîk a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo Tirkiyeyê gefek nîne. Talûkeya esasî ya li ser pêşeroja gelan, polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê ne ku li gel tên ferzkirin. 
 
DESTÊ XWE JI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊYÊ BIKÊŞIN 
 
Ez li vir bi vekirî dibêjim; de ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî kurdan, jinan û ji vî şer û hilweşînê bo we desthilatdariyek dernekeve. Tavilê dev ji van polîtîkayên şer berdin. Rêya çareseriyê guftûgo û muzakere ne. Gavên aştiyane yên demokratîk in. Heta niha bi polîtîkayên şer tu pirsgirêk çareser nebûne. Tavilê dev ji vê xeletiya xwe berdin. Destê xwe li ser gelên Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikişînin. 
 
LI DIJÎ ŞER BISEKININ 
 
Ez ji kesên li dijî van polîtîkayên şer xwe li bêdengiyê didanin re jî dibêjim ku divê vê lîstika mezin a beriya hilbijartinê bibînin. Nebin parçeyeke vê lîstikê û li dijî şer bisekinin. Weke HDP’ê em ê nehêlin ku vî welatî û gelên me têxin dorpêça şer, tundî û neçareseriyê. Banga min ji bo tevahiya raya giştî ya demokratîk, mirovên xwedî wijdan û aştîxwazan ew e ku bi hev re li dijî van polîtîkayên şer bisekinin û li cem çareseriya demokratîk cih bigirin. Werin em ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk a hevpar hêzên xwe bikin yek. Di vê mijarê de HDP amade ye ku berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Lewma jî ez li vir dîsa dibêjim; Na ji şer re. 
 
JÎNA Û NAGIHAN BI BÎR ANÎ
 
Di hefteya 25’ê Mijdarê de ez dîsa hemû jinên rastî tundiyê hatin û jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînim. Bi vê wesîleyê ez hemû jinên ku dê di çalakiyên 25’ê Mijdarê de qadan tije bikin, hemû jinên ku her roja xwe bi ruhê berxwedanê ya 25’ê Mijdarê derbas dikin, hemû jinên di girtîgehan de, yên li sirgûnê û li qadan ji bo maf û azadiyan li ber xwe didin, jinên li Rojhilat û Rojava û hemû cîhanê silav dikim. Di şexsê Jîna Emînî û Nagihan Akarsel de ku ji hêla rejîmên mêr ve hatin qetilkirin, hemû jinan bi rêzdarî bi bîr tînim. Soza me ya têkoşîna bo wan heye. Soza me edalet, wekhevî û serxistina têkoşîna jinan bo wan heye. Em ê têkoşîna wan a birûmet bidomînin û mezintir bikin. Em ê bi jiyana xwe, bi têkoşîna xwe, bi siysaet, pênûs, govend, reqs, tililî, laçikên xwe yên spî û mûyên pora xwe têbikoşin. Li her devera em lê dê bibêjin; ‘jin, jiyan, azadî.’ 
 
REWŞA GIRAN A TUNDIYÊ
 
Desthilatdairya AKP-MHP’ê bi siyaseta şer, pevçûn û dabeşkirinê hewl dide civakê teslîm bigire. Ev polîtîkayên mêr; ji bo jinan pirsgirêkên giran ên aboriyê û pirsgirêka debar, bêkarî, kedxwarî, tundî û gefa li ser jiyanê ye. Jin her roj li kolanan, li malan û li kargehan tên qetilkirin. Li şûna ku pêşî li ber van komkujiyan bigire, destilatdariyê li dijî jinan şer daye destpêkirin. Bi girtin û binçavkirina jinên siyasetmedara re dixwazin bêdeng bikin. Ji kolanan heta girtîgehan, li her deverê tundiyeke giran li ser jinan heye. Ji bo xespkirina destkeftiyên jinan serî li her rêbazê didin. Ya ku Peymana Stenbolê betal kirî jî ev desthilatdariye ye ku dijminê jinan e. Ji bo teslîmgirtina vîna jinan jî li pey hev girtîgehên nû vekirin. Ji lêgerîna tazî heta her cureyên îşkenceyê û sepanên keyfî, her tiştên nebaş li van girtîgehan tên kirin. Armanca van êrişan tevan jî yeke; ew jî bêbandorkirina têkoşîna jinan e. Lê yên ku dibêjin qey dê bi îşkenceyan serî bi jinan bidin tewandin, xwe dixapînin. Yên ku dixwazin vê rastiyê bibînin, bila li sekna birûmet a bi hezaran rêhevalên me yên li girtîgehan binêrin. Desthilatdariyê bi salan kelemçe xist dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ lê dawiya çi bû? Jin jiyan azadî niha li tevahiya cîhanê kelemçe şikandin û bû dengê hevpar ê têkoşîn û azadiyê yê hemû jinên cîhanê. 
 
EM Ê HEMÛ MAFÊN ME YPÊN HATIN XESPKIRIN BISTÎNIN
 
Ji tenduristiyê heta hewînê û îstîhdama bitemînat, di her qadê de em ê ji bo jinan bernameyeke aboriyê ya cihêkariya pozîtîf dike têxin meriyetê. Weke HDP’ê em ê hemû mafên me yên hatine xespkirin dîsa ji vê desthilatdariyê bistînin. Em ê ne bi xespan lê bi mafên xwe bijîn. Em li vir soz didin.   Weke ku hûn jî dizanin astengiya herî mezin a li pêşiya me, ev desthilatdarî ye. Em jin dê di hilbijartina pêş de vê desthilatdariyê têk bibin û astengiyeke mezin ji holê rakin. Ji bo jiyaneke bêastengî dê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Ji destpêka dîrokê heta niha di jiyaneke wekhev û adilane de jin roleke sereke dilîzin. Jin tê wateya azadî û wekheviyê. Û em jin dê teqez jiyaneke wiha ava bikin. Tifaqa me ya yekbûyî roj bi roj mezintir dibe û di qada jiyan û siyasetê de rê li ber guherînên mezin vedike. Li ser vê esasê jî me siyaseteke nû ava kir. Em Peymana Stenbolê jî dîsa têxin meriyetê, pêşî li ber hemû sûcan bigirin û dawî li tundî û cînayetên li dijî jinan bînin. 
 
EM Ê MAKEQANÛNA XWE TEQEZ ÇÊBIKIN
 
Jehrkuja pergala sosret a yekzilam, pergala hevserokatiyê ye. Em ê pergaleke parlamenteriyê ya piranîparêz ku rêveberiyên herêmî hatiye xurtkirin têxin meriyetê. Dê pirsgirêka bi rêyên adilane û birûmet çareser bikin. Vê yekê jî em jin dê bikin. Pêdiviya herî lezgîn a vî welatî bi makeqanûneke nû heye. Em ê teqez makeqanûneke jinan a demokratîk ku wekheviya zayenda civakî, maf û azadiyên bingehîn mîsoger dike çêbikin. Ji bo ku em di nava civakeke demokratîk de xwe bi xwe birêve bibin û aştiyane bijîn, werin em li HDP’ê bibin yek.  Bi siyaseta rêya sêyemîn, bi tifaqa ked û azadiyê û bi dirûşma jin, jiyan, azadî re em jin di van hilbijartinan de jî hêza diyarker in. Bila gumana kesekî jê nebe ku em ê vî welatî radestî pergala yekzilamî nekin. Weke jin, em ê vî welatî birêve bibin.” 
 
DAYIKA AŞTIYÊ: DESTÊN XWE BIKIŞÎNIN
 
Di civînê de her wiha ji Dayikên Aştiyê Bedîa Gokyuz jî axivî û bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Gokyuz, wiha got: “We li wir DAIŞ a hov derxist û jin li pêşiya wan sekinîn. Ma hedê we ye ku wan jinên leheng ji wir derxînin? We hêjta hêza jinan nedîtiye. Jin dikarin xwe bi xwe birêve bibe. Gundên wan, navçeyên wan hene. Dikarin hem li malbat û hem jî li zarokên xwe binêrin. Êdî destê xwe li ser jinan bikişînin.”
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan Yeşîl jî di civînê de ev tişt anî ziman: “Dê têkoşîna me ya di her qadê de bidome. Em ê li her deverê ji tundiya li dijî jinan û şer re bibêjin na. Ji bo vê jî em ê li kolanan bin. Ew tiştên ku ev desthilatdariya faşîst ji me didize, ji bo şer, tank û topan xerc dike.” 
 
Civîn, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.