‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’

img
ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan ê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ê têkildarî Roja Zarokan a Cîhanê axivî, wiha got: “Ji bo hemû zarok bi awayekî azad û adil bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz, têkildarî 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist. Kaçmaz, bal kişand ku di serî de Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî gelek peymanên neteweyî û navneteweyî hene ku mafên zarokan diparêzin û da zanîn ku ev qanûn gelek caran nayên pêkanîn. 
 
HÊZÊN DEWLETÊ QETIL KIR, DARAZÊ PARAST
 
Kaçmaz, Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bi 13 guleyan li navçeya Qosera Mêrdînê hate qetilkirin bi bîr xist, qetilkirina wî şermezar kir û destnîşan kir ku heta kujerên Ûgûr Kaymaz neyên darizandin sûcên li dijî zarokan ên li vî welatî nayên astengkirin. 
 
DI ŞER DE ZAROK JIYANA XWE JI DEST DIDIN
 
Kaçmaz, diyar kir ku di şerê Ûkrayna û Rûsyayê de herî kêm 437 zarokan jiyana xwe ji dest da û wiha berdewam kir: “Ji ber israra desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di şer de gelek mirov jiyana xwe ji dest didin û gelek caran zarok tên qetilkirin. Dîsa duh di êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sivîlan jiyana xwe ji dest da. Lê mixabin mixabin hêj jî êriş berdewam dikin. Roja yekşemê jîngeh ji hewayê ve hate bombekirin. Hêviya me ew e ku zêdetir zarok jiyana xwe ji dest nedin.”
 
150 MILYON ZAROK BI XIZANIYÊ RE RÛBIRÛ NE
 
Kaçmaz, bi lêv kir ku 150 milyon zarok bi xizaniyê re rûbirû ne. Kaçmaz, bi lêv kir ku di navbera salên 2013 û 2022’yan de li Tirkiyeyê herî kêm 616 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane û ev şerma Tirkiyeyê ye. Kaçmaz, diyar kir ku 396 zarokên di bin 6 salî de li girtîgehê tên ragirtin û destnîşan kir ku  heta ku hemû zarok bi awayekî azad û adil bijîn dê têkoşîna xwe bidomînin.