HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe

img

ENQERE - MYK’a HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku desthilatdarî bi êrişên xwe yên hewayî hewl dide temenê xwe dirêj bike û da zanîn ku dê sibe bi awayekî lezgîn bicivin. 

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat ragihandin ku dê têkildarî mijarê sibe bi awayekî lezgîn bicivin. 
 
Daxuyanî bi sernavê “Divê êrişên hewayî yên TSK’ê demildest bi dawî bibin!” hat weşandin. Di daxuyaniyê de êriş weke lîstikeke tarî hat pênasekirin û hat destnîşankirin ku êrişa li dijî Cadeya Îstîklalê weke hincet hatiye nîşandan. MYK’a HDP’ê das zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hiqûqa navneteweyî binpê dike û dixwaze tişta ku DAIŞ’ê nekarî bi ser bixe, ew pêk bîne. 
 
Her wiha hat gotin ku Tirkiyeyê piştî êrişên dagirkeriyê yênl i dijî herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, DAIŞ’î û dûvikên wan lê bicihkirine û ev tişt parve kir: “Weke ku desthilatdarî îdia dike ev êriş ne ji bo ewlehiya sînor tên kirin. Berevajî vê, gefên heyî mezintir dike. Ji bo Tirkiyeyê ne kurd lê DAIŞ û dûvikên wê xetere ne. Desthilatdariya ku nikare welêt birêve bibe, li hundirê welêt bi zextê û li derveyî welêt jî stratejiya şer pêş dixe. Bi vî awayî dixwaze temenê xwe dirêjtir bike. Divê hêzên neteweyî û navneteweyî, derdorên demokrat, kesên dij-şer û derdorên hestiyar li dijî van êrişên derhiqûqî derkevin. Em van êrişan pir xetere dibînin. Ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.”  
 
MYK DÊ SIBE BICIVE
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bo nirxandina êrişê, dê MYK’a partiya me sibe bi awayekî lezgîn bicive û nirxandina xwe bi raya giştî re parve bike.”