Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!

img

ENQERE - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu têkildarî teqîna li Stenbolê îcar jî daxuyaniyeke cuda da. Soylu vêcarê jî îdia kir ku Ahlam Albashir ji Minbicê hatiye. 

 
Hevdîtinên bûdçeya salane ya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê yên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê dest pê kirin. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Ridvan Tûran, Garo Paylan, Fîlîz Kerestecîoglû, Hasan Ozguneş, Kemal Bulbul, Zeynel Ozen, Oya Ersoy û Erdal Aydemî dema Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ketî eywanê ranebûn pêyan. 
 
Koma CHP’ê piştî hatine Soylu kete eywanê. 
 
Soylu, di komîsyonê de axivî û HDP’î hedef girt. 
 
Soylu ku ji ber agahiyên şaş ên derheqê çalakiya li dijî Mala Polîsan a Tece ya Mêrsînê de bûbû rojev û piştre jî gotibû agahî ji ajokarekê texsiyê wergirtiye, îcar jî îdiayeke wiha ya sosret kir: “Divê bê zanîn ku Dewleta Komarê ya Tirkiyeyê ji hejmara pêlavê heta her tiştekî terorîstên li serê çiyê dizane.” 
 
Soylu, ku têkildarî teqîna li Stenbolê her carê daxuyaniyeke cuda dide, vêcarê jî agahiyên cuda da û îdiayeke wiha kir: “Êrişa li Mêrsînê jî ya li Cadeya Îstîklalê jî ji Minbicê pêk hatin.”