Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar hişyarî da kesên ku di hilbijartinê de kurdan û HDP’ê wek fersend dibînin û got: “Kurd ne hejmar in. Roja hilbijartinê wê kurd û HDP bersivek giran bidin we.” 
 
Hevseroka Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Sancar bi bîr xist ku çend roj ji kongreya partiya wan a dê di 3’yê tîrmehê de li dar bixin re maye û xwest gelen Tirkiyeyê bi coş û rengên xwe beşdarî kongreye bibin. 
TÊKÇÛNA ÎKTIDARÊ 
 
Sancar diyar kir ku xwest ku her kes berê xwe bide HDP’ê ku demokratîkbûna welat dixwaze û dê îktidarê biavêje ser sergo û ew di qonaxek girîng de derbas dibin û îktidar têkçûye û lewma welat hildiweşîne. 
 
‘RÊ VEKIRÎ YE HÊZEK LAZIM E’ 
 
Sancar anî ziman ku rêya wan vekirî ye û pêwîstî bi hêza ku bimeşe heye û mirovên vî welatî li benda wê hêzê û baweriyê ne. Sancar destnîşan kir ku îktidar di wê ferqê de ye ku HDP xwedî hêzek xwe ya bingehîn heye û lewma her roj êrişî partiya wan dike û hêza wan ji fikr û ramana wan tê û alternatîfa mezin a vî welatî HDP ye. Sancar da zanîn ku ew dixwazin ku pergala hemwelatîbûna azad û wekhev pêk were û yê vê ava bike jî partiya wan e. 
 
‘GELÊ KURD RASTIYA VÎ WELATÎ NE’ 
 
Sancar bal kişand ser planên îktidarê û muxalefetê ku li ser HDP’ê û kurdan dikin û wiha got: “Tenê ne îktidar hesaban dike, yen derveyî îktidarê jî her tim hesaban li ser HDP’ê dikin. Em hêza xwe ji bernameya xwe ya siyasî digirin. Li nîqaşan binêrin, dema mijar dibe hilbijartin û heyama hilbijartinan tê, kurd û HDP dikeve bîra wan. Yên ku di dema hilbijartinê de kurdan û HDP’ê bi bîra xwe tînin, wek hejmar û dengan lê dinêrin. Halbûkî kurd û HDP xwedî temsîliyetek xwe ya giran û mezin heye. Kurd û HDP ne hejmar in, rastî û kirdeya vî welatî ne. Bila kes li ser kurdan hesabên girêj neke. Nexwê dê xwe bixapînin. Ewqas bedelên giran bi kurdan didin, bi rastî jî wê bersiva kurdan ji wan re giran bê û dema roja wê hat wê hesab ji we bixwazin. Bila kes xwe nede ser hejmaran, bila kes bi hesabên dengan nêzî kurdan nebe. HDP ku di serî de temsîlyeta gelê kurd û tevahiya gelên Tirkiyeyê ye, bi biryar e ku dê bibe hêza sereke ya siyasetê. 
 
DEST JI HESABAN BERDIN 
 
Em ji wan re dibêjin dest ji hesabên xwe berdin. Dest ji hejmara kurdan berdin. Kurd ne gelekî ku wisa zû were xapandin û bê manîpulekirinê ye. Dest ji xapandin û manîpulekirina kurdan berdin. Bi gotinên viqûvala yên ji bo kurdan ku tînin ziman terk bikin. Dest ji bêrêxistinbûn û girseyek ku nexwedîhişmend e berdin. Heke ku hûn dest jê bernadin jî wê kurd û hemû gelên ku HDP’ê wek temsil dibînin dê roja hilbijartinê bersivek giran bidin we.”