DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike

img
ÊLIH - DBP’ê ragihand ku dest bi xebatên avakirina rêxistina xwe ya li Êlihê kiriye. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî avakirina rêxistina xwe ya li Êlihê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê civînek çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê Komîsyona Tayînkirina Rêveberiya DBP’a Bajêr ve hat lidarxistin û Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Nurten Uzumcu û rêveberên HDP’ê tev li civînê bûn. 
 
Nurten Uzumcu destnîşan kir ku ew ê birêxistinkirinê û xweberifehkirinê bersivê bidin zextên li ser partiya wan û ew hewl didin ji bilî çar rêxistinên xwe yên li bajarên mezin li bajarên din jî rêxistinên xwe ava bikin. Uzumcu da zanîn ku ew bi armanca avakirina rêxistina Batmanê li bajêr xebatan dikin û dê di rojên pêş de rêxistina xwe ava bikin. 
 
Pişt re endamê Komîsyona Avakirina Rêxistna DBP’ê Ferhan Yilmaz daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ji bo ew rêxistina xwe ya Êlihê ava bikin ketine nav pêvajoyek xebatên avakirinê. Yilmaz got ew di vê çarçoveyê de dixwazin xwe bigihînin her kesî. Yilmaz bang li kesên dixwazin di rêveberiya bajêr de cih bigirn kir û gazî her kesî dikin ku têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.