Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin

img
ENQERE - HDP xwe ji bo kongreya mezin amade dike û tê payîn ku Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hevserokatiya giştî berdewam bikin. HDP di mijara namzetiya hevpar a hilbijartinê de jî helwesta “muzakereya şefaf” eşkere kiriye û ji bo namzetiya serokkomariyê jî behsa hin navan tên kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3’ê Tîrmehê de li Eywana Sporê ya Enqereyê ya Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin a 5’emîn li dar bixe. Komîsyona Mutabakata Navendî ku amadekariyên kongreye kordîne dike û desteyên serdema nû diyar bike, di nava hefteyê de li hev civiya. Komîsyonê derbarê diyarkirina endamên Meclisa Partiyê (PM) û xebatên kongreye de xebatên xwe bi leztir kir. 
 
NÊRÎNA KU BÛLDAN Û SANCAR BERDEWAM BIKIN DERDIKEVE PÊŞ 
 
Di komîsyonê de ji bo hevserokatiya giştî temayula navê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ku dê bidomînin derket holê. Her wiha ji bo serdema bê navên cuda jî hatin nîqaşkirin. Organên rayedarên partiye hê jî biryarek negirtin lê belê bi piraniya nêrînan dixwazin ku Bûldan û Sancar berdewam bikin. 
 
JI BO PEYAMÊN KONGREYÊ KOMEK HAT AVAKIRIN 
 
Di Kongreya Mezin a 5’emîn de bêtir cih didin xebata ku wê peyamên bên dayîn û rastiya siyaseta HDP’ê ya li Tirkiyeyê. Nexasim xebata polîtîkaya hilbijartinê, pêngavên hilbijartina serokkomariyê û derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de Komîsyona Mutabakata Navendî komek ava kiriye û ev kom li ser peyamên dê bên dayîn dixebite. Ji bo peyamên hevserokên nû bên bijartin xebatek bênavber tê kirin. 
 
PÊŞNIYAZÊN SIYASETMEDARÊN ZINDANKIRÎ JÎ HATIN GIRTIN 
 
Di çarçoveya van xebatan de Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hefteya bihûrî li girtîgehan bi Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel re hevdîtinan pêk anîne. Ji bo polîtîkaya serdama nû, ji bo siyaseta bê şopandin bi siyasetmedarên girtî re nîqaş hatin kirin û pêşniyazên wan girtin. Nêrîn û pêşniyazên siyasetmedarên girtî jî ji desteyên eleqedar re hatin ragihandin. 
 
PEYAMÊN KU WÊ ÎKTIDARÊÛ MUXALEFETÊ ŞAŞWAZ BIKE 
 
Hat diyarkirin ku wê HDP di kongreye de peyamên ku hem îktidarê hem jî muxalefetê şaşwaz bihêle bide. Ev yek di kulîsên HDP’ê de tê axaftin. Tê gotin ku wê di kongreye de ji tişta ku tê payîn bêtir peyamên balkêş derkevin holê. 
 
JI BO SEROKKOMARIYÊ NAV TÊN NÎQAŞKIRIN 
 
Yek ji mijara din a girîng jî ka gelo dê HDP ji bo hilbijartina serokkomariyê namzetê xwe nîşan bide an nade. Hevserok Mîthat Sancar div ê mijarê de diyar kiriye ku ew bi awayek şefaf ji müzakereye re vekirî ne û di heman demê de îşaretî namzetek alternatif jî kiribû. Ev mijar jî beriya kongreye di nav destyên ku ji tifaqên HDP’ê ava kiriye de dest bi nîqaşê kiriye. Her wiha tê gotin ku ji bo serokkomariyê qala hin navan jî tê kirin û di vê çarçoveyê de tê axaftin ku pêşniyaz jî bên kirin. 
 
HELWESTA MUXALEFETÊ WÊ DIYAR BIBE 
 
Helwesta HDP’ê ku di polîtîkaya di hilbijartina serokkomariyê de bike, helwesta muxalefetê ya têkildarî zextên li ser HDP’ê û rakirina parêzbendiya dê diyar bibe. Tê diyarkirin ku heke muxalefet namzetek ku HDP û hilbijêrên xwe wî/wê qebûl nekin nîşan bide, dê li dijî namzetê Tifaqa Cumhurê Tayyîp Erdogan namzetek bi hêz û alternatif ê serokkomariyê nîşan bide.
 
MA / Bêrîvan Altan