Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başurê Kurdistanê nirxand û got: “Em dikarin êrişên li ser destkeftiyên kurdan bi berxwedan û yekrêziyê têk bibin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji ajansa me re axivî û êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî axa Başûrê Kurdistanê pêk tên nirxand. 
‘BAŞÛR TÊ DAGIRKIRIN’
 
Bayindir êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başûrê Kurdistanê wek “dagirkeriyê” pênase kir û wiha got: “AKP-MHP dixwaze li ser axa Başûrê Kurdistanê heta Şengalê xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne û bixe dewrê. PDK yek ji parçeyên dagirkeriyê ye. Ev ji bo gelê kurd û ji bo tevegera siyasî ya kurd rewşek nû ye. Wisa xuya dike ku Tirkiye bi êrişên dawî re dixwaze xwe li Rojhilata Navîn li ser zemîna Kurdistanê xwe bike hêza serwer.”
 
‘ARMANC NE PKK YE, ARMANC KURDISTAN E’ 
 
Bayindir anî ziman ku NATO ango hêzên navnetewî jî piştevaniya êrişên Tirkiyeyê dikin û wiha got: “AKP-MHP daneheva sedsalî ya Tirkiyeyê ji bo vî şerî xerc dike. AKP-MHP dixwaze li ser Başûrê Kurdistanê serweriya xwe çêke. PDK jî hebûna xwe li ser têkbirin ango tasfiyeya PKK’ê hûnandiye. Armanca êrişan PKK nîne, armanca êrişan ew e ku ji Başûrê Kurdistanê heta Şengalê serwerî pêk were. Arman ne PKK ye Kurdistana giştî ye.” 
 
Bayindir anî ziman ku têkiliya ku AKP-MHP û PDK’ê bi hev re daniye wan gihandiye nokteya çarenûsiyê û got: “Heke ku êrişên heyî yên AKP-MHP’ê bi ser nekevin, dê girêdayî vê yekê plan û projeyên PDK’ê jî ber bi têkçûnê ve biçin. Bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê re, êriş li dijî Şengalê jî hatin destpêkirin. PDK dixwaze Şengalê tasfiye bike.”
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ KIR 
 
Bayindir diyar kir ku Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe şer aboriya welat ber bi hilweşandinê ve biriye û divê li her kes bikeve pêşiya vî şerî û van êrişan heke hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê nekevin pêşiya şer dê ev şer li tevahiya welatên Rojhilata Navîn belav bibe. 
 
GIRANKIRINA TECRÎDÊ 
 
Bayindir anî ziman ku ev êriş û şer hemû çavkaniya xwe ji tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digire û AKP-MHP niha jî dixwaze bi kûrkirina tecrîdê t êkiliya gelê kurd û Ocalan û civaka Rojhilata Navîn ji hev qut bike. Bayindir da zanîn ku tecrîd sûcek li dijî mirovan e û AKP-MHP ji ber ku ji fikr û ramanên Ocalan ditirse bi zanebûn tecrîdê giran dike. 
 
TÊKOŞÎNA BI HEV RE 
 
Bayindir destnîşan kir ku divê hemû partî û rêxistin bi hev re li dijî êrişên li ser destkeftiyên kurdan bi hev re tevbigerin û got: “Divê kurd yekîtiya neteweyî pêk bînin. Lazim e em bibin yek û em bi berxwedan û yekrêziyê dikarin êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê tasfiye ango têk bibin.” 
 
MA / Mujdat Can