Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre

img
DÊRSIM - Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu diyar kir ku êrişa li dijî cenazeyê Aysel Dogan, provokasyona wezîrê karên hundir û waliyê bajêr bû û wiha got: “Heke Soylu li terorîstekî bigere, bila li xwe binêre.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê têkildarî êrişa li ser cenazeyê Aysel Dogan li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endam û nûnerên partiyên çep sosyalîst ên bajêr jî amade bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku êrişa li dijî cenazeyê Dogan, encama provokasyona wezîrê karên hundir û waliyê Dêrsimê bû. Onlu, destnîşan kir ku wezîrê karên hundir nirxên mirovahiyê binpêkiriye û êrişî cenaze kiriye û wiha domand: “Çawa ku êrişa Îsraîlê ya li dijî rojnamegera filistînî faşîzm be, êrişa li dijî cenazeyê Aysel Dogan jî faşîzm e.” 
 
Bi domdarî Onlu bi bîr xist ku polîsan bi TOMA’yê ava şid li cenazeyê reşandiye û wiha got: “Min jî bi keviran bersiv da. Lewma li ser medyaya civakî li dijî min û partiya min êrişên sîstematîk tên kirin. Dixwazin li ser keviravêtina min, merasîma cenazeyê krîmînalîze bikin. Li dijî êrişa ewqas dijwar û dijminane ya hêzên serdest, kevirê min sembola parastin û berxwedanê ye. Min ew kevir ne li dijî kesekî yan jî bi mebesta zirarê bigihînim kesekî avêt lê avête rêbaza faşîzmê, zîhniyet û alava wê.” 
 
‘WEZÎRÊ KARÊN SÛCAN JI EWIL BILA HESABA SÛCÊN XWE BIDE’
 
Têkildarî twîta Suleyman Soylu jî Onlu ev tişt anî ziman: “Wezîrê karên sûcan ji ewil divê hesaba sûcên ku kirine bide. Wezîrê karên sûcan ku wêneyê wî bi hemû tiryakfiroşan re, bi hemû mafya û fêhlbazan re heye, ji ber avêtina kevir ji min re gotiye; ‘terorîst.’ Bi vê gotinê ez hedef nîşan dam. Heke li terorîstekî bigere, bila li xwe binêre. Her wiha heke kesekê ku aramiya Dêrsimê xera dike hebe, ew jî waliyê Dêrsimê bi xwe ye. Yê ku merasîma cenaze provake kirî ew bi xwe û komeke çeteyan bû ku wî peywirdar kiribûn. Di encama êrişa polîsan de rewşa min giran bû û bi ambûlansê çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Li gel ku ez birîndar bûbûm, ji ber fermana Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê yê Dêrsimê Serkan Calp rapora derbkirinê nehat dayîn. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê xwedî li nirxên xwe derkevin.”