Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin

ENQERE - Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Sezaî Temellî di çarçoveya hevdîtinan de çûbûn Iraqê. Parlamenteran diyar kir ku Tirkiye û hêzên emperyalîst ji bo ku bêîstîkrariya li herêmê zêde bikin dest bi êrişan kirine. Uca, wiha got: “Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin.” 
 
Cîgira Serokê Giştî yê ji Komîsyona Karên Derve Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, piştî êrişên ser Herêma Federal a Kurdistanê û Şengalê, ji bo hevdîtinan çûn Iraqê. Şandeya HDP’ê di çarçoveya hevdîtinan de li Bexda û Silêmaniyê sê rojan man û bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, bi kurdên Feyrî, nûnerên civaka êzdî û nûnerên Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) re çendek hevdîtin kirin. 
Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Feleknas Uca û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî têkildarî hevdîtinên xwe bi ajansa me re axivîn. 
 
MIJARÊN HATIN NÎQAŞKIRIN 
 
Feleknas Uca da zanîn ku ji bo êrişên ser herêmê bi rêya guftûgoyan bên nîqaşkirina çûne Iraqê û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêkên heyî bi rêya guftûgoyê û bi rêbazên aştiyane bên çareserkirin em çûn Iraqê. Di hevdîtinên bi Berhem Salih û partiyên siyasî yên li Iraqê re me helwesta xwe ya li dijî tezkereyên şer nîşan da. Di hevdîtinan de geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa Şengalê û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê hatin nîqaşkirin. Ji bo ku pirsgirêkên li herêmê bi rêya guftûgo û bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin, peyameke girîng bû. Dê ev hevdîtinên me bidomin. Em ê rê nedin van êrişên ser gelê kurd û Şengalê. Lewma em ê polîtîkaya xwe ya Rêya 3’yemîn bi hêzên demokrasiyê re bidomînin.” 
 
BI KÊ RE HEVDÎTIN KIRIN? 
 
Bi domdarî Uca diyar kir ku li gel Salih, her wiha bi şandeyeke ji Şengalê hatî, bi Partiya Komunîst a Iraqê, bi parlamenterên Iraqê û bi rûspiyên civakê re hevdîtin kirine. Uca, got ku li Silêmaniyeyê jî çendek hevdîtin kirine û wiha dom kir: “Dê têkoşîna me ya li dijî û parçebûnê bidome. Hem di mijara şer û hem jî ya Şengalê de hemû kes hemfikir e ku pirsgirêkên heyî bi rêya şer çareser nabin. Dibêjin ku divê bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin. Hevdîtinên erênî bûn û di wê baweriyê de ne ku dê encamên wan ên erênî çêbibin.” 
 
ŞERÊ KONVONSIYONÎ
 
Parlamenter Temellî jî got ku ji bo êrişên ser Herêma Federal a Kurdistanê û Şengalê xwestin van hevdîtinan bikin û ev tişt anî ziman: “Mirov nikare operasyonên li herêmê weke pevçûn bi nav bike. Şerekî giran heye. Çekên kîmyewî jî di nav de alavên şer ên konvonsiyanî tên bikaranîn. Di rewşeke wiha de divê helwesta siyasetê li dijî şer be. Ji ber ku şer ji bo tevahiya civakê rûxineriyeke mezin tîne. Têkoşîna hevpar û seknake li dijî şer a gelê herêmê, dikare veguhere tevgereke siyasî ya mezin. Armanca me jî ev bû.”
 
‘DIXWAZIN HERÊMÊ BÊÎSTÎKRAR BIKIN’
 
Temellî anî ziman ku Serokkomar Berhem Salih jî gotiye ku divê herêm ji şer bê dûrxistin û wiha pê de çû: “Diyar kir ku ne tenê ji bo Iraqê lê divê pirsgirêkên li Sûriye û Tirkiyeyê jî bi rêyên aştiyane bên çareserkirin. Me got ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, ne pêkane ku aştî û demokrasî bê Rojhilata Navîn. Ew jî tev li nêrîna me bû û got; ‘Divê ev şer ne tenê weke pevçûna di navbera gelên herêmê de bê dîtin. Tirkiye û hêzên emperyalîst ji rexekî ve herêmê bêîstîkrar dikin û li rexa din jî berhema polîtîkayên wan ên enerjî û fînansa kûrewî ne.’” 
 
‘PIRSGIRÊKA BINGEHÎN PIRSGIRÊKA KURD E’ 
 
Di berdewamê de Temellî destnîşan kir ku Tirkiyeyê piştî şerê Ûkraynayê jiber  têkiliyên xwe yên bi NATO û Ewropayê re çendek derfet bi dest xistine û ev nirxandin kir: “Bi vê yekê re êrişên xwe zêde kirin. Li Ûkraynayê bûye qasidê aştiyê lê li herêma me bûne hêza barontiya şer. Bi xwe re rûxandin, xizanî û sefaletê tînin. Xizaniya li Iraqê berbiçav e. Bêîstîkrarî û hewayê kaotîk ê siyasetê rê li ber pêvajoyên çareseriyê digire. Pirsgirêka bingehîn, pirsgirêka kurd e. Lê ji ber nêzikatiya dewletên herêmê û hêzên emperyalîst, nayê çareserkirin. Heta ku ev helwest neguhere jî li herêmê çareserî pêş nakeve. Dema em li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê dinihêrin, dibînin ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, aramî û aştî nayê vê herêmê.” 
 
‘XETERE LI SER STATÛYA HERÊMA KURDISTANÊ HEYE’
 
Bi domdarî Temellî da zanîn ku Salih li dijî polîtîkaya dagirkeriyê ya li ser herêmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêje ku ne tenê êrişeke li dijî yekparetiya Iraqê ye lê destwerdaneke ji bo mayîndekirina bêîstîkrariya siyasî ya Iraqê ye jî. Da zanîn ku ji bo li Iraqê îstîkrara siyasî çê bibe, tekane rê vekişîna Tirkiyeyê ya ji Herêma Federal a Kurdistanê ye. Divê heman îstîkrar li Herêma Federal a Kurdistanê jî hebe. Lê partiyek li Herêma Federal a Kurdistanê heye ku bi erênî nêzî şer dibe. Ev şer ji xwe bingeha pirsgirêkên li başûrê Kurdistanê ye. Berhem Salih jî got; ev şer her wiha xetereyê li ser statûya Herêma Federal a Kurdistanê çê dike. Xetereyeke vekirî heye.”
 
REWŞA ŞENGALÊ 
 
Têkildarî geşedanên li Şengalê jî Temellî wiha got: “Berhem Salih jî li gel wê ye ku tiştên li Şengalê bên çareserkirin. Gelemperî hêviya her kesê li herêmê ew e ku bi rêyên diyalogê were çareserkirin. Berhem Salih dibêje ku divê mijara Şengal, Kerkûk û Mûsilê bi hev re bê nirxandin. Got ku sedema bingehîn a geşedanên li Şengalê, hêviyên Tirkiyeyê yên dîrokî yên ji bo Mûsil û Kerkûkê ne. Gelek caran got ku heta Tirkiye dev ji polîtîkaya xwe ya êrişkar û berfirehbûnê bernede, dê pirsgirêkên heyî çareser nebin. Got ku ji bo vê dê hevdîtinên dîplomatîk bike.”
 
‘ŞENGAL JI BO HER KESÎ GIRÎNG E’
 
Temellî, daxuyand ku Şengal hem ji bo Iraqê û hem jî ji bo Îran, Sûriye û Tirkiyeyê xwedî lokasyoneke girîng e û wiha pê de çû: “Tirkiye ji bo ku di çarçoveya zîhniyeta Sêva Sor û Mîsak-i Mîllî de xwe bigihîne Mûsil û Kerkûkê, Şengalê rêyeke girîng dibîne. Îran, ji bo hêza şîe ya li herêmê cihekî krîtîk dibîne û DYA û NATO jî ji bo kontrolkirina herêmê weke cihekî stratejîk dibînin. Hemû kes li gorî vê yekê nêz dibe. Lihevkirineke wisa heye ku heke ev der bibe cihekî xweser, dikare rê li ber van pirsgirêkan bê girtin. Berham Salih jî xwedî heman nêrînê ye. Lê mirov nikare heman tiştî bo hikûmetê bibêje. Hikûmeta heyî ne li gorî daxwazên gelê herêmê lê li gorî zext û angajmanên hêzên navneteweyî tevdigere. Dikarim bibêjim ku hewldanek heye ku modêla îktîdarê ya li Tirkiyeyê li Iraqê jî biceribînin. Heta dixwazin di demên piştre de Sûriyeyê jî li gorî vê dîzayn bikin.” 
 
‘KURDISTAN ERDNÎGARIYEKE KRÎTÎK E’
 
Sezaî Temellî bal kişand ser şerê Rûsya-Ûkraynayê û wiha derbirî: “Ji bo polîtîkayên enerjiyê yên kûrewî, erdnîgariya Kurdistanê dîsa dibe xwedî cihekî krîtîk. Veguhestina neftê çiqas girîng be, niha jî xaza xwezayî xwedî heman girîngiyê ye. Hinek proje hene ku xaza xwezayî li ser Tirkiyeyê yan jî li ser Qıbris û Yewnanistanê derbasî Ewropayê bikin. Ji bo kontrolkirina xetên enerjiyê jî rewşeke kaotîk û siyaeteke bêîstîkrar heye. Tirkiye û hêzên emperyal bi çarvbirçîtî li vê herêmê dinihêrin.” 
 
‘HÊZÊN LI ŞENGALÊ HÊZÊN REWA NE’
 
Derheqê hêzên li Şengalê jî Temellî ev tişt anî ziman: “Tirkiye hewl dide bi gotinên xwe hêzên li Şengalê ‘terorîze’ bike. Dîsa daxuyaniyên PDK’ê hene. Lê hêzên li Şengalê, hêzên qanûnî ne. Di Qanûna Bingehîn de wisa ye. Hêzên fermî ne. Her çiqas navek lê neyê kirin jî xweseriyeke Şengalê heye. Di demên cuda de çendek desthilatên Iraqê jî rêz bo vê xweriyê girtin. Bi destê Tirkiyeyê hewl didin hêzên parastinê yên civaka êzdî terorîze bikin. Jixwe Tirkiye vî tiştî her carê dike. Desthilatdariyeke ku piştgirî daye DAIŞ’ê, kesên li vir weke ‘terorîst’ bi nav dike. Lê tu rastiyekê vê gotinê nîne.” 
 
‘EM LI BENDA LIHEVKIRINIKÊ NE’
 
Temellî da zanîn ku fikarên rûspiyên civaka êzdî hene ku dîsa fermanek bi serê wan were û wiha berdewam kir: “Di serdemeke ku DAIŞ hêj gefeke mezine de dixwazin ku raya giştî ya cîhanê bo wan bibe alîkar. Divê civaka êzdî bi tenê neyê hiştin. Dibêjin ku weke hedef tên nîşandan. Destwerdana artêşa Iraqê hinek jî li ser zexta Tirkiyeyê çêbûye. Lê li herêmê di navbera artêşa Iraqê û yekîneyên xweparastinê de pevçûn çênebûne. Pêvajoyek li benda me ye ku di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbibe. Birêz Salih di vê mijarê de gelek hewldanan dike.” 
 
‘IRAK HUKUKU KORUNSUN İSTENİYOR’ 
 
Bi domdarî Temellî bal kişand ser polîtîkaya PDK’ê û wiha got: “Civakên li Iraqê dixwazin hiqûqa heyî biparêzin. Lê di heman demê de êrişeke ji bo tunekirina siyasetê jî tê kirin. Dibêjin ku Herêma Federal a Kurdistanê destkeftiyeke girîng e û polîtîkaya PDK’ê jî vê statûyê têxe xetereyê. Dibêjin ku heke polîtîkaya Tirkiyeyê bi ser keve dê ev yek xetereyê li ser statûya Herêma Kurdistanê çêbike. Sedema pevçûna di navbera PDK û YNK’ê de ya herî mezin jî ev e. Tirkiye hewl dide bi hinceta PKK’ê êrişên xwe rewa nîşan bide. Lê xelkê herêmê dibêje ku Tirkiye êrişî herêmên ku PKK lê neyî jî dike. Polîtîkaya Tirkiyeyê hem di hêla leşkerî û hem jî di hêla siyasî de diyar e. Gel dibêje ku tevî vê yekê jî PDK çima piştgiriyê dide Tirkiyeyê? Herî zêde ji ber vê bi bertek in. Tirkiyeyê li Herêma Federal a Kurdistanê rê li ber bêîstîkrariyeke mezin vekiriye.”
 
‘KURD BÛNE HÊZEKE MEZIN’
 
Temellî axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo yekitiya neteweyî ya kurd gelek îşaret hebûn. Bi rastî jî derbasî qonaxeke ku derdorên cuda bên cem hev û yekitiya xwe ava bikin heye. Dê bandora vê di demekî kin de bê hîskirin. Êdî navenda siyasetê ya li Rojhilata Navîn dibe Bexda. Bexda dê hêj mezintir bibe. Ji bo siyaseta kûrewî, kurd dibin hêzekî girîng. Bi taybet jî 10 salên pêşiya me girîng in. Vê karesata li cîhanê herî zêde Rojhilata Navîn û Kurdistan rûxand. Wê demê navnîşana têkoşîn û dinyayeke nû jî dê bibe gelê kurd ku pêşengtiyê ji gelên Rojhilata Navîn re dike. Ev qanûna diyalektîkê ye. Ev yek dê li gorî tercîhên siyasî yên gelê kurd, têkoşîn û polîtîkayên wan teşe bigire.” 
 
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can