Mitînga HDP’ê ya Amedê hat taloqkirin

img

AMED - Mitînga ku HDP’ê dixwest li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixe, ji ber barîna berfa zêde taloqî dîrokeke pêş hat kirin. 

Endamên Komîteya Amedekar ên Mitîngê, têkildarî mitînga ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwest bi dirûşmeya “Em HDP’ê diparêzin” di 22’yê Çileyê li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixe, li avahiya partiye daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî endamên komîteyê gelek parlementerên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
 
‘GELÊ AMEDÊ DI FERQA SIYASETA QIRÊJ DE YE’
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy ku di Komîteya Amedekar de cih digire, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo kurdan ji derveyî siyasetê bihêlin pir alî êrişan pêk tînin û wiha got: “Girtinên bêhiqûqî, hewldanên komkujiyê yên li dijî partiya me, dide nîşandan ku AKP û MHP çawa nêzîkî HDP’ê û siyaseta kurd dibin. Lê ne HDP ne kevneşopiya ku HDP’ê jê hatiye ne jî gele kurd li dijî van polîtîkayan teslîm nebû.”
 
Atasoy, dazanîn ku li dijî polîtîkayên zextê xwestin di 22’yê Çileyê de mîtîngekê li dar bixin, di vê çarçoveyê de gund bi gund, kolan bi kolan xebat meşandin û wiha berdewam kir: “Me di van xebatan de dît ku gelê Amedê çawa xwedî li HDP’ê derdikeve, vê yekê jî em keyfxweş kirin. Gelê Amedê gelekî polîtîk e. Careke din nîşanî me da ku di ferqa siyaseta qirêj a AKP’ê de ye û xwedî li HDP’ê derdikeve.”
 
MÎTÎNG HAT TALOQKIRIN
 
Atasoy, bi lêv kir ku ji ber barîna berfa zêde ya li bajêr mecbûr man ku mîtîngê taloqî dîrokeke pêş bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber barîna berfê ya li Amedê wê hefteyekê bidome, em mecbûr man ku mîtîngê taloqî rojeke pêş bikin. Em naxwazin ku kesek nexweş, aciz bibe û qezayê bike. Ji ber vê yekê me mîtîng taloqî rojeke pêş kir.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN WAN DI BIN BERFÊ DE MAN’
 
Atasoy, anî ziman ku bi barîna berfê binketina qeyûman derket holê û wiha pê de çû: “Lazim e em bejin tevahî polîtîkayên desthilatê di bin befrê de man. Derket holê ku hişmendiya qeyûm ji bo feydeyê vî gelî tu xizmet nekiriye.”
 
Atasoy, destnîşan kir ku wê berdewam bikin bi gel re siyasetê bimeşînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em partiyeke ku li kolanan mezin dibin û rêxistin dibinin. Wê partiya me di her şert û mercê de siyasetê hilberîne û xwe bi rêxistin bike.”
 
Atasoy, dazanîn ku wê di rojên pêş de dîroka mîtîngê diyar bikin.