Gunay: Divê Tirkiye tavilê dest ji dagirkirina Efrînê berde

img

ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku di hedefnîşandana parlamentera wan Semra Guzel de muxalefet rê ji îqtidarê re vedike. Gunay bal kişand ser salvegera dagirkirina Efrînê û xwest Tirkiye demildest dawî li talan û dagirkirina xwe ya li Efrînê bîne. 

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay di axaftina xwe de li ser hedefnîşandana parlamentera wan Semra Guzel rawestiya. Her wiha Gunay ji civîna xwe beşek bi kurdî axivî û bal kişand ser salvegera êriş û talankirina Efrînê. 
 
‘MUXALEFET TO DATÎNE SER NANÊ ÎQTIDARÊ’ 
 
Gunay destnîşan kir ku îqtidar di şexsê parlamentera wan Semra Guzel de dixwaze partiya wan bike hedef û reş bike û wiha got: “Kampanyaya zext, komplo, êriş  û reşkirinê ya îqtidarê li ser partiya me li aliyekî lê li aliyê din jî çend gotinên me ji muxalefetê re hene. Hin kesên ji xwe re dibêjin muxalefet radibin tiştek di pêvajoya çareseriyê de qewimî ye niha ji xwe re dikin rojev û ji operasyona siyasî ya îqtidarê re jî qeymax datînin ser nan. Dixwazin parlamentera me reş bikin û li dijî partiya me operasyonek siyasî pêk bînin. Vê tişta hûn dikin ne muxalefetî ye. Hûn tên lîstikên îqtidarê û di heman demê de zemînê ji wan re xweş dikin. Em carek din dixwazin di vê mijarê de hişyariya xwe bikin. Em ê Komîsyona Têkil û qewimandinên pişt re bişopînin û wê nêrîn û nirxandinên me hebin.” 
 
Gunay di beşda kurdî ya axaftina xwe de bal kişand ser kirinên li Efrînê û wiha axivî: 
 
“Birêz çapemeniya hêja, îro 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ye. Ez cardin vê dagirkirinê û pêkhateyên ku li Efrinê pêktînin şermezar dikim. Efrîn cihê ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Asuriyên bi hev re xwe rêvedibirin û bi hevre dijiyan bû, cihekî minak û pir taybet bû beriya ku nehatibû dagirkin. Niha jî bû ye cihê jin û sivîl tên revandin, cihê ku sucê li hemberî mirovahiyê pêktê, cihê ku sucê şer lê têkirin. Di vê warê de sazî û dezgehên sivîl raporên taybet û eşkere weşandin. Tirkiye û di heman demê de çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li Efrînê suçê mirovahiyê tê pêkanîn. 
 
BILA TIRKIYE TAVILÊ DAWÎ LI DAGIRKERIYA XWE BÎNE 
 
 Piştê dagirkirina Efrînê 400-500 sivîl hatin kuştin, 400 hezar sivîl hatin koçberkirin. Wekî ku li Tirkiyeyê li hemberî zimanê Kurdî li hemberî nirxên gelê Kurd dijmatiyek tê meşandin, li Efrînê jî heman tişt pêkhat. Li Efrînê qad û cihên ku navê wan Kurdî bû, wana bi tevahî kirin Tirkî. Li ser zimanê Kurdî zext û zordariyê wan berdewam dike. Bi şiklekî politikayên asîmilasyonê li Efrînê berdewam dike. Ne em ne jî gelê Efrînê vê yekê qebûl nake. Bila demildest Tirkiye cihê ku dagirkiriye vala bike û rêveberiya wan deran bibe gelê Efrinê û gelên wî derê. Bila ew xwe bi rêve bibin.”