Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin

img
AMED - Ji bo mitînga HDP'ê ku wê li Qada Stasyonê bê lidarxistin li du navçeyên Amedê belavok hatin belavkirin. 
 
Di 22'ê çileyê de wê Rêxistina HDP'ê ya Amedê li Qada Stasyonê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz mitîng li dar bixe. Xebatên ji bo mitînfê ji aliyê HDP'a Amedê ve tên domandin. Di vê çarçoveyê de îro li navçeyên Hezro û Hênê xebatên mitîngê hatin kirin. Parlamenteran HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û endam û rêveberên HDP'a Amedê li her du navçeyan serdana esnafan û gundan kirin û belavokên derbarê mitîngê de li gel belav kirin û banga tevlîbûna mitîngê li gel kirin.