HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide

img

AMED - Hevserokên HDP’a Amedê diyar kirin ku amadekariyên ji bo mitînga wan dê li Qada Îstasyonê were lidarxistin didomin û gotin: “Wê gelê Amedê carek din li dijî êrişan bibe bersiv.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî zext û êrişên li dijî wê zêde bûne di 22’yê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” mitîng li dar dixe. HDP vê mitîngê bi daxwazên wek siyaseta demokratîk, aştî û azadiyê li dar dixe û HDP dibêje wê bi mitîngên vî rengî bersiva pêla binçavkirinan, girtinan, doza girtina HDP’ê, Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jê tên darizandin bide. Mitîng wê saet li 12.00'an dest pê bike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê yên herêmê dê beşdarî mitîngê bibin. 
 
Koma Pel û hunermend Ayfer Duzdaş jî wê derkevin ser dika mitîngê û bisitirin. Xebatên amadekariya mitîngê berdewam dikin. Nêzî deh rojan in li navenda Amedê û navçeyên wê belavokên bo beşdariya mitîngê tên belavkirin. Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan derbarê girîngî û xebatên mitîngê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘LI DIJÎ ÊRIŞAN BERXWEDAN HEYE’ 
 
Hevserok Zeyyat Ceylan diyar kir ku nêzîkî 6 salan e AKP û şirîkê wan biçûk MHP êrişî partiya wan dike. Ceylan da zanîn ku di vê pêvajoya 6 salan de bi hezaran endam û rêveberên wan hatine binçavkirin û girtin û doz li wan hatine vekirin û got: “Em li dijî van hemû zextan li ber xwe didin û siyasetê dikin. Heta îro tu rêbazek nemaye ku li hemberî me bikar neanîne. Bi tunehesibandina Peymana Dolmabahçeyê re êrişa li dijî partiya me dest pê kir. Bêguman li dijî van êrişan berxwedanek û seknek birûmet heye.” 
 
CEYLAN: HDP PARTIYA GEL E 
 
Ceylan diyar kir ku heke hinek ji van êrişên li dijî partiya wan tên kirin li dijî partiyek din bihata kirin wê nikaribûya siyasetê bike û wiha got: “Tevî ewqas zilma tê kirin û zehmetiyan jî HDP hêj li ser piya ye. Herî dawî jî vê îqtidarê li dijî partiya me komployek wek Doza Kobanê xist dewrê. Armanca wan ji vê dozê ew e ku partiya me bigirin. Dixwazin partiya me reş bikin û bigirin. Çimkî bi siyasetê bi me nikarin. Di vê pêvajoyê de dixwazin bi Doza Kobanê, û şiva darazê tasfiye bikin. Me her tim digot, HDP ne partiya tabelayê ye. HDP partiya gel e.” 
 
BANGA BEŞDARIYA MITÎNGÊ 
 
Ceylan anî ziman ku îqtidara AKP-MHP’ê li dijî hebûna xwe tenê HDP’ê wek “tehdît” dibîne û wiha got: “Em ê van êrişên wan pûç bikin û rêveberiya AKP-MHP’ê hilweşînin. Wê ev mitînga me li dijî êrişan bibe bersiva herî xurt. Yên ku dibêjin ‘em kurdan tune dikin’ ew bi xwe tune dibin. Yên ku dibêjin ‘em ê HDP’ê tasfiye bikin’ ew bi xwe tasfiye dibin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya dijwar de HDP’ê bi tenê nehêlin û xwedî li partiya xwe derkevin. HDP ew partî ye ku xwedî li azadî, demokrasî û aştiyê derdikeve ye. Em bang li gelê xwe dikin ku roja mitîngê biherikin qadê û partiya xwe biparêzin. Amed dilê Kurdistanê ye. Lewma em dixwazin dengek bilind ji qadê rabe.” 
 
'WÊ GELÊ AMEDÊ BERSIV BIDE’ 
 
Hevserok Gulistan Atasoy jî destnîşan kir ku wê bi êrişên îqtidarê û hewldana riya darazê kirinên li ser partiya wan biencam nebin û got: “Partiya me xwedî raboriyek berxwedêr e. Bi girtina partiyan pirsgirêk nehatin çareserkirin. Bîra gelê kurd di girtina partiya de taze ye. Bi van hewldanên girtina partiya me û êrişan wê demokrasiye ne bîne welat û ne jî wê pirsgirêka kurd çareser bibe. Gelê kurd di her pêvajoya girtina partiyan de zanibû bersivan bide. Gelê kurd hem li qadan hem jî di hilbijartinan de bersiva herî xurt da. Gel îro jî li dijî vê siyaseta qirêj amade ye ku pûç bike. Gelê Amedê wê li qadê carek din bersiva vê siyaseta qirêj bi awayek herî xurt bide. Çawa ku partiyên din ku partiyên me girtin û navê wan paqij bû wê bloka AKP-MHP’ê jî bi heman encaman re rûbirû bimîne. Em dixwazin gelê Amedê li dijî vê feraseta yekperest biherike qadê û xwedî li partiya xwe derkeve. Gelê Amedê ji bo mazûvaniya vê hevdîtina bi heybet amade ye.” 
 
MA / Ergîn Çaglar