Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin

img
OSMANIYE - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari di kongreya partiya xwe ya Osmaniyeyê de axivî û got: “Em ê li ber zextên îqtidarê çonga xwe daneynin.” 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê Kongreya xwe ya Asayî ya 3’yemîn li avahiya xwe li dar xist. Gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari dikongreyê de axivî û bal kişand zext û êrişên li ser HDP’ê û muxalefeta demokratîk û welat bi krîzên cidî re rûbirû maye. Hatimogullari anî ziman ku îqtidar dixwaze siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li girtîgehê bimire û xwest di serî de Tugluk û hemû girtiyên nexweş werin berdan. Hatimogullari da zanîn ku wê zext û êrişên îqtidarê negihîjin armanca xwe û got: “Em ê li ber van zextan çonga xwe daneynin û xwar nekin.” 
 
Piştî axaftina Hatimogullari hilbijartin pêk hat û ji bo hevserokatiya rêxistina navçeya navendî ya Osmaniyeyê Sevgul Aydin û Halîl Uygul hatin bijartin.