Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide

img
MÊRDÎN - Parlamenter Pero Dundar di kongreya partiya xwe ya navçeya Artûklûyê de axivî û got: “Wê hesabê herî mezin ev îqtidar bide.” 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Artûklûya Mêrdînê Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn,  li otelek li bajêr li dar xist. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. 
 
Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û bal kişand ser êriş û zextên li ser HDP’ê û wê ne êriş lê wê têkoşîna wan bi ser bikeve. Dundar destnîşan kir ku ev îqtidar nikare tu çareseriyê li pêş bixe û biafirîne û çareserî dikare bi destê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were. 
 
BERSIVA ERDOGAN DA 
 
Dundar gotinên “Wê yê li Edîrneyê hesabê herî mezin bide yê li Îmraliyê” yên Serokkomar Tayyîp Erdogan û van gotinan wek “lîstik” pênase kir û wiha got: “Biçin li îşê xwe binêrin. Ji vê yekê tiştek nave destê we. Hûn dixwazin bi van gotinan kurdan dabeş bikin. Hesabê kî hebe wê hesabê xwe bide. Lê wê hesabê herî mezin ev îqtidar bide. Ev îqtidar neçareseriyê tîne û welat xistiye nava krîza aborî. Lê hûnê ewil hesab bidin. Hem jî hesabê herî mezin hûnê bidin.” 
 
Piştî axaftina Dundar raporên malî û xebatê hatin xwendin. Di hilbijartina yek lîsteyî de ji bo hevserokatiya navçeyê Abdulkerîm Sayalgi û Remziye Abîka hatin bijartin.