Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede

img
ERZIROM - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku sedemê krîza aborî îqtidar e û heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Qereyaziya Erziromê Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li eywanek dawetê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. 
 
Parlamenter Temellî di kongreyê de axivî û da zanîn ku HDP ji bo welat hêviya herî mezin e û ji bilî HDP’ê tu partiyek din nikare pirsgirêkên gel çareser bike. 
 
‘AKP DIKE KU FEQÎRÎ ÇÊBIBIE’ 
 
Temellî destnîşan kir ku ew êdî divê ji qewimandinên berê dersê derxin û divê hemû muxalefeta civakî di warê aştî û demokrasiyê de werin kêleka hev û xwe bi hêz bikin û HDP hemû hêzên demokrasiyê vedixwîne dest bidin destê hev. Temellî anî ziman ku sedemê vê krîza aborî û berpirsiyarê vê birçîbûn û feqîriyê îqtidara AKP’ê ye û got: “Heta ku şer berdewam bike û çavkaniyên welat ji şer re werin xerckirin wê feqîrî û bêkarî jî neqede. Heta ku çavkaniyên me ji aliyê qeyûman ve werin birêvebirin, îradeya me ya siyasî bê tecrîdkirin, heta îradeya siyasî tune were hesibandin, ev feqîrî, enflasyon, birçîbûn û bihabûn jî wê dewam bike.” 
 
Piştî axaftina Temellî bi lîsteyekê hilbijartin pêk hat û ji bo hevserokatiya navçeyê Esra Yavûz û Çetîn Demîr hatin bijartin.