Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay diyar kir ku wan bersiva gotina îktidarê ya "qîdûmê wan nemaye" li qadan dane û wiha got: "Em bi dengên bi milyonan li Meclîsê ne, em ê bi hêz û piştgiriya gel hebûna xwe ya li Meclîsê bidomînin."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay civîna çapemeniyê ya heftane li avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
 
ENES RASTIYA TIRKIYÊ RADIXE BER ÇAVAN 
 
Gunay sersaxî ji malbata Enes Kara yê dawî li jiyana xwe anî re xwest û wiha got: "Enes li wargehên cemaatê yên ku îktidar xwendekdara mecbûrî wir dike dawî li jiyana xwe anî. Vîdeoya Enes li dû xwe hişt rastî û heqîqeta Tirkiyeyê radixîne pêş çavan. Divê îktidar û wargehên cemaatê demildest hesab bidin. Em ji bo ciwan mecbûrî siberojeke ne diyar nebin li berxwe didin."
 
'EW Ê GEL AMPÛLÊ WAN VEMIRÎNE' 
 
Gunay da zanîn AKP hildiweşe û fatûreya vê hilweşandinê jî li gel tê birîn û wiha domand:"Di demên dawî de mal tarî bûne, mutbex bûne cihê agir, ser sifreya gel vala ye. Ceyran ji sedî 127, gaza xwezayê ji sedî sed buha bûn. Xurek jî ji sedî 150 zêdetir buha bûn. Planên aboriyê yên îktidarê ne li gor gel e li gor alîgirê wê ye. Ew ê gel ji AKP'ê hesab bipirse û wê ampûlê vemirîne."
 
'GELÊ ME LI PIŞTA ME YE'
 
Gunay di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "AKP ji bo rastiyan ji holê rake êrişî partiya me dike. Di civînên komê de zimanê dijminatiyê bi kar tînin. Her êrişên li ser HDP'ê êrişên li ser demokrasiyê ne. Dema qeyûm hatin tayinkirin me got ev ne tenê êrişeke li ser HDP'ê ye ev li dijî demokrasiyê û siberoja Tirkiyeyê ye û dîrokê me mafdar derxist. Divê hêzên demokrasiyê piştgiriyê bide HDP'ê û li dijî AKP'ê derkevin. HDP heta hebe hûn ê nikaribin bi ser bikevin. Em bi dengên bi milyonan li meclîsê ne, em ê bi hêz û piştgiriya gel hebûna xwe ya li meclîsê bidomînin.
 
RAKIRINA DESTNEDAYÎNÊ BÛYE KLASÎKEK ÎQTIDARÊ 
 
AKP hemû nebaşiyên îktidarên berî xwe niha pêk tîne. Dozên kumpasê yên li dijî partiya me di encama van êrişana de pêk tên. Biryara rakirina destnedayina parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel sewqî komîsyona tevlihev hat kirin. Rakirina destnedanê bûye klasîka îktidarê. Ev encama dijminatiya li dijî demokrasî û kurdan e. Parlamenteriya Leyla Guven, Musa Farisogullari û Omer Faruk Gergerlioglu jî hat xistin. Ev êrişana heta dewam bikin wê têkoşîna me jî dewam bike. 
 
EM LI AMEDÊ ROJA 22'Ê MEHÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN 
 
Me got em HDP'yî ne em li her derê ne. Em niha jî dibêjin dema HDP'ê ye. Me li qadan hevdîtina gel û mîtîng pêk anîn. Ew ê îktidar di sala 2022'yan de jî winda bike. Em ê têkoşîna xwe ya li kolanan a bi gelê xwe re bidomînin. Herî dawî li Kocaeliyê me mîtîng li dar xist. Me dît ku gel çiqasî dildarê HDP'ê ye. Me bersiva gotina 'qidûmê wan nema ye' li qadan da. Di 22'yê Çileyê de jî em ê li Amedê bibêjin 'Em HDP'ê diparêzin' û li qadê bin. Em ê dîsa bi hev re dengê têkoşînê mezin bikin. Em ê li Amedê jî dengê xwe bilind bikin. Loma em gel vedixwînin mîtinga dê di 22'yê Çilêyê de pêk were."