8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê

img
ENQERE - Fezlekeyên nû 7 jê aydî parlamenterên HDP’ê yek jê parlamenterê TÎP’ê 8 fezleke bo Meclîsê hatin şandin. 
 
Ji aliyê Serokkomariyê ve 8 fezlekeyên nû şandin Serokatiya Meclîsê. Ji van fezlekeyan 7 jê aydî parlamenterên HDP’ê yek jê jî aydî parlamenterê TÎP’ê ye. Van fezlekeyên derbarê parlamenteran de hatine amadekirin şandin Komîsyona Têkel a ku ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê pêk tê. 
 
Parlamenterên fezleke derbarê wan de hatine amadekirin wiha ne: Parlamenterên HDP’ê; Feleknas Uca, Erdal Aydemîr, Hişyar Ozsoy, Pero Dundar, Abdullah Koç, Omer Ocalan, Alîcan Onlu, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik.