Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe

img

ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, ji bo tezkereya şer ku wê bê meclisê muxalefetê hişyar kir û ev tişt got: "Rêzbûna li dû desthilatê wê bi gelên Tirkiyeyê bide windakirin. Her tezkereya şer kişandina avê ya ji bo aşê desthilatê ye."   

Berdevka HDP'Ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapameniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Gunay, di destpêka axaftina xwe de helbestvanê kurd Cegerxwîn bi bîr anî û ev tişt got: "Hostayê mezin ê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja yê serê sedsalê, kedkarê ziman, çand û edebiyata kurdî, nivîskar û şair Cegerxwîn 37 sal berê 22'yê cotmehê ji nav me bar kir. Cegerxwîn hem di emrê xwe de hem jî piştî koça xwe ya dawî, di dilê gelê kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Cegerxwîn bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da. Em di salvegera 37’emîn a koça wî ya dawî de şairê mezin Cegerxwîn û di şexsê wî de hemû xebatkar û kedkarên ziman û çanda kurdî bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin."
 
CEZAYÊ AYŞE GOKKAN
 
Gunay, di axaftina xwe de bal kişand ser cezayê ku du li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hat birîn û bi van gotinan bertek nîşanî cezayê ku li Gokkan hatiye birîn da: "Cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn, rewşa herî şênber a polîtîkayên dijminatiya AKP-MHP'ê ya li dijî jinan e. Di tevahiya danişînan de mafê parastinê yê Gokkan hatiye astengkirin. Li danişînê êriş li parêzeran hatiye kirin û bi paşguhkirina daxwaza wan a redkirina dadger biryar hatiye dayîn. Ayşe Gokkan li her qadê bêyî rawestan li dijî zihniyeta tekperest û serdestiya zilam têkoşiyaye û di şert û mercî de azadî, jin û jiyanê qêriyaye."
 
QEDEXEYA PÎROZKIRINA SAŞVEGERA NÇM'Ê
 
Di berdewama axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser qedexekirina pîrozkirina 30'emîn salvegera damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û wiha pêde çû: "Roj tuneye ku li ser çand û zimanê me zext û zordarî çênebin. Ev desthilat, wek pêşiyên xwe nêzîkatiya xwe ya cudakar û qedexeker, li ser ziman û çanda Kurdî didomîne. Çend roj berê konsera ji bo salvegera 30’yemîn a Navenda Çanda Mezopotamyayê bi awayekî keyfî hat qedexekirin. Walîtiyê destûr da, lê qeymaqamtiyê qedexe kir. Em vê helwestê şermezar dikin.  NÇM ev 30 sal in, ji bo çand û hunereke azad û bi zimanê Kurdî, li ber xwe dide, diafirîne. Gelek saziyên wê hatin girtin, gelek endamên wê hatin binçavkirin û girtin. NÇM’ê heta niha berdêlên mezin dane lê belê wê tu carî meşa xwe nesekinand û hunera xwe ya azad her tim domand. Kesên zext û zordariyê li ziman û çanda Kurdî dikin bila bizanin, tu bend li ber vê lehiyê nikare bisekine. Em bi NÇM’ê serbilind û şanaz in. NÇM bîra hunera Kurdan e û em jî di rêwîtiya wan de bi wan re ne."
 
QRÎZA ABORÎ Û TEZKEREYA ŞER
 
Derbarê qrîza aborî de jî Gunay nirxandin kirin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Ewqas pirsgirêkên Tirkiyeyê hene, gel nikare debara xwe bike, aborî têk çûye, lê belê derdê vê desthilatê şer û pevçûn e. Dîsa tezkereyên şer tînin Meclisê û dixwazin şerê li Rojhilata Navîn kûrtir bikin. Vê desthilatê hebûna xwe li ser polîtîkayên şer ava kiriye û îro jî vê yekê didomîne. Dîsa amadehiya operasyonên leşkerî dikin û berê xwe dane Iraq û Sûriyeyê, Başûr û Rojava. Dijminatiya Kurdan, polîtîkaya wan a esas e. Tirkiye di bin enqazeke aborî de maye lê belê derdê wan ew e ku bila Kurd azad nebin û bi azadî nejîn.   Armanca polîtîkayên ku li Sûriye û Rojava tên meşandin, Tirkkirin û guhertina demografiyê ye. Koçberkirin û derxistina Kurdan e. Li Efrînê çi qewimî em hemû dizanin. Niha jî dixwazin li temamî Rojava heman tiştî pêk bînin. Pêşiyê derewekê dikin û li ser vê jî bi hêza leşkerî dagir dikin û dû re bi riya nexweşxane, dibistan û gelek saziyan armanca xwe tînin cih. Em dek û dolabên wan, niyeta wan baş dizanin.  
 
BANGA LI MUXALEFETÊ
 
Gunay, destnîşan kir ku ji bo tezkereya şer berpirsyariyeke mezin a muxalefetê heye û ev bang kir: "Em bang li hemû gelan dikin; desthilatiya AKP-MHP’ê, ji bo berjewendiyên xwe van lîstikan dilîzin. Em dikarin van polîtîkayên qirêj rawestînin, van dek û dolaban xera bikin. Hêza me heye. Berpisyariyeke mezin li ser muxalefetê heye. Divê muxalefet êdî hişyar bibe û rê li ber van polîtîkayan bigire."