Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin

img
ENQERE - Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, bi rojeva mijarên rojane û pergala parlamenteriyê ya hatiye xurtkirin serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû kir. 
 
Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, bi heyetekê serdana Navenda Giştî ya CHP'ê kir û bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû hevdîtin pêk anî. Akşener û Kiliçdaroglû, di hevdîtinê de li ser mijarên rojane û pergala parlamenteriyê ya hatiye xurtkirin nîqaşan kirin. Piştî hevdîtinê Akşener û Kiliçdaroglû, daxuyaniyek hevpar dan çapameniyê û pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê de bersivandin.
 
Akşener, li ser pirsa rojnaemgerekî got ku wê piştgirî bidin tezkereya şer a Iraq û Sûriyeyê ku ji aliyê AKP'ê ve pêşkêşî meclisê hatiye kirin. Kiliçdaroglû jî, destnîşan kir ku wê piştî hevdîtinên xwe yên navxweyî dê biryara xwe li parlamentoyê bidin.