Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand

img

AMED - Siyasetmedar Alî Yîgît, diyar kir ku bi deklerasyona HDP'ê re helwesta muxalefetê guheriye û lewma divê hemû rêgezên deklerasyonê ji civakê re bên vegotin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo pirsgirêkên sereke yên welêt çareser bike, di 27'ê Îlonê de "Deklerasyona Bang ji bo demokrasî, edalet û aştiyê" ya ji 11 xalan pêk hatî eşkere kir. 
 
Parlementerê berê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Alî Yîgît, rêgezên deklerasyonê û bandora deklerasyonê nirxand. 
 
Yîgît, destnîşan kir ku deklerasyona HDP'ê ji bo çareserkirineke ji binî de, deklerasoneke di cî de ye û got: "Biîstabet bû û deng veda." 
 
DIYALOG Û MUZAKERE 
 
Yîgît, anî ziman ku rêbazên tahde, pevçûn û şer pirsgirêkê kûrtir dikin û got: "Dewlet 70 sal in ji bo çareserkirina meseleyya kurdî rêbaza çekê didomîne. Ji HEP'ê heya HDP'ê kurd hê jî ji bo ev pirsgirêk bi awayekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin gavan davêjin. Lê belê dewletê tim bi çekê bersiva wan dide û hewl did ebi çekê çareser bike. Lê çi bûP Dewletê hem ev mesele çareser nekir hem jî bi ser de pirsgirêkê kûrtir kir. Ev mesele tenê bi diyalog û muzakereyê tê çareserkirin. Lewma bangawaziya HDP'ê pir girîng e. Daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP'ê jî vê deklerasyonê piştrast dike. Yanî cihê çareserkirina meseleyan Meclîs e." 
 
GEL AMADE NE JI BO ÇARESERIYÊ
 
Yîgît, destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê ji bo çareserkirina meseleya kurdî amade ne û got: "100 sal in cara ewil e ku gel ji bo çareserkirina meseleyê amade ne. Ji lew re mirov êdî vê meseleyê fêm kirin. Dizanin kurd doza şer nakin û naxwazin welêt perçe bikin. Mirovan fêm kir ku ji ber ku di warê siyasetê de û çareserkirina meseleyê de pêşî li ber kurdan hatiye girtin, kurd çek hilgirtine. Gelê kurd bi têkoşînê daxilî nav qada siyasetê bû û ji bo çareserkirina meseleyê çi ji desta hat kir. Niha jî HDP ji bo çareserkirina vê meseleyê bang dike ku bi rêya muzakere û diyalogê bê çareserkirin." 
 
DIVÊ XWEDÎ LI DEKLERASYONÊ BÊ DERKETIN 
 
Yîgît, destnîşan kir ku heger metodên di deklerasyonê de pêk bên û xwedî li wan bê derketin dê îstiqrara Tirkiyeyê pêk bê û axaftina xwe wiha domand: "Bi taybetî ji ber helwesta ji bo meseleya kurdî, polîtîkaya navxweyî û derveye Tirkiyeyê felcî bûye. Tu îtibara wê nemaye. Heya ev mesele neyê çareserkirin rihetî ji bo kesî tune ye. Heger ev mesele bê çareserkirin, dê tu kes zirarê nebîne." 
 
HELWESTA MUXALEFETÊ GUHERÎ
 
Yîgît, diyar kir ku piştî deklerasyonê helwesta muxalafetê jî guheriye û got: "Piştî deklerasyona HDP'ê Partiya ÎYÎ'yê jî di nav de helwesta li hemberî HDP'ê guherî. Kî ma yê ku helwesta xwe neguherand, BBP û Partiya Vatanê ya Dogû Perînçek ku li bara gel tu qîmeta wan tune ye û xwe disipêrin îqtidarê. AKP, di warê aborî de piştgiriya van partiyan dike. Ev deklerasyon atmosfereke pir baş afirand. Heger muxalefet li ser vî esasî tevbigere, dê ev mesele bê çareserkirin." 
 
DIVÊ BÊ VEGOTIN
 
Yîgît, anî ziman ku divê deklerasyon ji tevahiya civakê re bê vegotin û got: "Bes tenê divê ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî re neyê gotin, heke bivê yeko yeko ji civakê re bê vegotin. Divê xebateke xurt bê kirin ji bo vê deklerasyonê. Heger ev bê kirin, dê demokrasî pri nêz be. Hêvîdar im ku dê ev demokrasî bigihê armanca xwe." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol