Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku desthilatdariya heyî xwe ji şer xwedî dike û got: "Eger dîwarekî îradeyê li dijî şer bê danîn, wê dawî li vê desthilatdariyê bê."
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê axivî. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat, Engîn Cengîz, Devrîm Demîr û Mervan Tan jî beşdarî civînê bûn ku çalakiyên wan ên salvegera 30'yan a NÇM'ê hatibû qedexekirin.
 
Mîthat Sancar anî ziman ku desthilatdariya heyî timî razemeniyê li ser şer dike, xwe ji şer xwedî dike û got: "Vê desthilatdariyê pergala xwe, tifaqên xwe li ser polîtîkayên şer ava kiriye. Polîtîkayên şer, nefret û dijminatiyê hîmê bingehîn ê hevparên desthilatdariyê ye. Di bingeha polîtîkayên şer de jî dijminatiya li Kurdan heye. Şer sor dikin, amadekariyên operasyoneke leşkerî li Sûriyeyê nîqaş dikin. Tenê sedemeke vê heye; 'Bila Kurd dayika xwe nebîne'. Ji bo wan ne xem e ku Tirkiye têk biçe, ya girîng ji bo wan ew e ku Kurd xweşiyê nebîne. Cih û asta ku dijminatiya li Kurdan desthilatdarî û welat gihandiye, bi vî rengî ye.",
 
'EM Ê LI DIJÎ ŞER AŞTIYÊ BI SER BIXÎNIN' 
 
Sancar destnîşan kir ku heta îtiraz li van polîtîkayan neyê kirin, nepêkane ku muxalefeteke rasteqîn bê meşandin û wiha got: "Em ê yekîtî û hevkariya herî xurt a li dijî polîtîkayên şer li her derê ava bikin. Destpêkê bila bi avaniyên Kurd re rûnên û tifaqê çêbikin. Li dijî şer yekîtiyê çêbikin. Li dijî desthilatdariya ku dîwarê ji beton li nava gelan lê dike, em neçar in ku dîwarekî îradeyê ava bikin. Dema ku me ev yek veguheran tevgereke aştiyê ya mezin hingî wê dawî li desthilatdariyê bê. Yekane rêya ku guhertinên mezin pêk bîne, aştî ye. Ji bo vê jî li dijî şer pêwîstî bi yekîtiyê heye. Em neçar in ku guherîna mezin bi avakirina aştiya mezin û koalîsyona mezin a li dijî şer bi ser bixînin. Em ji bo vê amade ne. Heta nefesa xwe ya dawî em ê vê têkoşînê dewam bikin."
 
'EM HÊZA XWE JI GEL DIGIRIN' 
 
Sancar anî ziman ku desthilatdarî li pêşberî krîz û xizaniya giran, xwe li polîtîkayên şer û dijminkirinê digire û wiha domand: "Em dibêjin ku ew gihîştine asta dawî. Em bang li mirovên xwedî nêta baş hemûyan dikin, eger hûn li ber vî şerî û zimanê nefretê rabin wê ew deng mezintir bibe û teqez bigihêje hev. Ti nefret û dijberî nikare li hemberî vî dengî bisekine. Civak û gelê Tirkiyeyê dixwaze li hev bike, li ser bingeha paşerojeke wekhev û zemîna demokratîk dixwaze paşeroja wekhev ava bike. HDP misogeriya vê yekê ye, li dijî planên kaosê, dijminkirinê, şer û nefretê, bi parêzvaniya xwe ya li aştiyê û biryardariya xwe ya li demokrasiyê misogeriya herî mezin e. Em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin."
 
Sancar destnîşan kir ku ji bo aştî û edaletê ew têkoşîna xwe mezin dikin.
 
'NÇM RÛMETA ME YE' 
 
Sancar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qedexekirina konsera salvegera 30'yemîn a damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê û wihagot: "Navenda Çanda Mezopotamya saziyek e ku ji bo vejandina deng û rengên Mezopotamya û Anatoliyê li vê erdnîgariyê di hemû warên hunerê de hatiye avakirin. Em her dem bi xebat û keda NÇM'ê serbilind in û em ê her serbilind bin. Ew tam 30 sal berê hate damezrandin û Apê Musa di nav damezrênerên wê de bû. Wî baş dizanî ku çima divê ev sazî bê avakirin. Zext, astengî û vana hemû berdewam kirin, lê NÇM ji bawerî û hedefa xwe derneket. Li Navenda Çandê ya Bostanci wê ji bo salvegera 30'emîn damezrandina xwe şahiyek li dar bixista. Walîtiyê destûra şahiyê da. Lê pişt re Qeymeqamiya Kadikoyê ev şahî qedexe kir. Qey ew dibêjin heke stran û klamên kurdî werin qedexekirin, dê hunermend bêdeng bimînin. Tu qedexe nikare dengê stranan, kilaman kêm bike. Hevalên me yên NÇM'ê di nav me de ne. Heke dengê wan li wir tê qedexekirin, vaye Kursiyê Meclîsê yê wan e."
 
HUNERMENDÊN NÇM'Ê STRÎN 
 
Sancar piştî axaftina xwe hunermendên NÇM'ê vexwend cem xwe. Hunermend Devrîm Demîr, Engîn Cengîz, Kadîr Çat û Merwan Tan derketin ser kursiyê Meclîsê. Hunermend Devrîm Demîr destnîşan kir ku ew ê têkoşîna hunera kurdî û azad bidomînin û wê zext û qedexe nikaribin stran û zimanê wan asteng bikin. 
 
Devrîm Demîr strana xwe ya "Tu Kî Yî" ya çend roj berê hatibû qedexekirin strand. Pişt re jî hunermenda strana "Ez berf im" bi hev re strandin.