Nesrîn Nas: Deklarasyona HDP'ê firsendeke dîrokî ye

img

STENBOL - Siyasetmedar û ekonomîst Nesrîn Nas, diyar kir ku deklarasyona HDP'ê ya li ser pirsgirêkên welat firsendeke dîrokî ye û wiha got: “Divê em vê firsendê ji dest bernedin.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27'ê Îlonê de “Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet, Aştî” ku ji 11 xalan pêk tê û pêşniyarên çareseriyê yên pirsgirêkên bingehîn ên welat di nav xwe de dihewîne aşkere kiribû. HDP'ê di serî de pirsgirêka kurd, pêşniyarên çareseriyê yên ji bo qadên weke aborî, ekolojî, jin, ciwan û dadgeriyê rêz kiribûn. HDP’ê destnîşan kiribû ku amadeye hevdîtin û danûstandina bi hemû aliyên civakî û aktorên siyasî yên alîgirê pêkanîna rêgezên ku ragihandiye re bikin. 
 
Seroka Giştî ya Partiya Anavatanê ya berê û ekonomîst Prof. Dr. Nesrîn Nas, deklarasyona ku ji aliyê gelek partiyan bi taybetî jî mûxalefetê ve bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
FERSENDA DÎROKÎ
 
Nas, diyar kir ku têgînên weke “edalet, aştî, demokrasi” yên di serenavê deklerasyonê de cih digirin ne tesadûf in, ji bo gelan nexşerêyeke girîng e. Nas, bi lêv kir ku HDP’ê bi deklarasyonê careke din pozîsyona xwe bi awayekî xurt ji raya giştî re aşkere kir û wiha got: “Ez vê yekê weke firsendeke gelekî girîng û dîrokî dibînim. Hêvîdar im em vê carê vê firsendê ji dest bernedin.”
 
NEXŞE RÊ 
 
Nas, bal kişand ku li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bi temamî hatiye tune kirin û anî ziman ku deklarasyon ji bo ku pêşiya siyaseta xetimiye veke, weke nexşerêyekê ye. Nas, destnîşan kir ku HDP’ê di serî de muxalefet bi hemû partiyan re pirsgirêkên welat bi awayekî berfireh biaxive û wiha berdewam kir: “HDP’ê belgeyeke ku pêşniyar pêşvebirin danî holê û ji herkesê re ragihand ku xwedî mafê gotinê ye û ne partiya herêmekê ye.”
 
BANGA LI MUXALEFETÊ
 
Nas, da zanîn ku bertekên CHP’ê û Partiya DEVA’yê erênî bûn û bêdengbûna partiyên din a di vê mijarê de rexne kir. Nas, destnîşan kir ku deklarasyon belgeyeke ku mûxalefetê rehet dike ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê mûxalefet bi çar destan deklarasyonê hembêz bike. Desthilat bi gotina ‘HDP û PKK weke hev in’ HDP’ê terorîze dike. Mûxalefeta ku vê yekê dibîne û ji ber ditirse paşve diçe. Mûxalefet dikeve kemîna desthilatê.”
 
DESTNÎŞANKIRINA WEKHEVIYÊ
 
Nas, da zanîn ku bi taybetî rêgeza pirsgirêka kurd a di deklerasyonê de gelek bi nirx dîtiye û wiha pê de çû: “Yek ji hîmên çareseriya pirsgirêka kurd jî hemwelatiya wekhev e. Ji ber vê yekê tu rastiya înkarkirinê tune ye. Divê di her wateyê de wekhevî di nava hemû gelên li Tirkiyeyê de pêk were. Eger pirsgirêkek bê çareserkirin, divê hûn pirsgirêkê bi her awayî deynin holê. Divê dest li mafên kurdên ku hêmana bingehîn a vê axêne neyê dayîn. Hûn ê ji vir wekheviyê pêk bînin.”
 
PERGALA QEYÛM
 
Nas bal kişand ser pêwîstiya xwerêveberiya demokratîk û got: “Qeyûmên li şaredariyên HDP'yî hatine wezîfedarkirin, tayînî li zanîngehan jî hatine kirin û li hemû qadên jiyanê belav bûne. Ji ber ku rejîma qeyûm ne tenê pirsgirêka Amedê ye, di heman demê de pirsgirêka Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ye. Ev pirsgirêkên me yên hevpar in. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan pêwîstî bi maqekanûneke demokratîk heye. Aliyê herî girîng ê wekheviyê, wekheviya li pêş qanûnan e. 
 
Ne pêkane ku mirov qala darizandineke adîl û wekhev a li Tirkiyeyê bikin . Mirov dema li malên xwe radizên dikarin bi panzeran biperçiqînin û di encamê de 2 zarok jiyana xwe ji dest didin. Di doza her du zarokên mirî de jî polîs nayên cezakirin. Bi sedan bûyerên bi vî rengî hene. Ev eklerasyona HDP’ê bang e li Tirkiyeyê ku pirsgirêk bi hev re werin çareserkirin.”
 
PLANA ÇALAKIYÊ
 
Nas, diyar kir ku divê hemû partî xalên deklerasyonê bigirin dest, veguherînin “plana çalakiyê” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste ev yek ne tenê ji aliyê partiyan ve, di heman demê de ji aliyê civaka sivîl û mûxalefeta civakî ve jî bê kirin. Wê demê Tirkiye dikare bi hêviyek pir zêdetir li paşerojê binihêre. Lê heke hûn vê bi paş ve dehf bidin, hûn ê paceyeke girîng a ku ji we re vedibe bigirin.”
 
MA / Esra Solîn Dal