Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne

img
STENBOL - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici têkildarî serdana wan a Hewlêrê daxuyanî da û got: “Diyalog dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin.” 
 
Şandeya Partiya Gel a Komarî (CHP) serdana Herêma Kurdistana Federe kiribû. Şanda CHP’ê têkildarî serdanê li avahiya Serokatiya Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici ku serokatiya şandeyê kiribû daxuyanî da. 
 
Salici da zanîn ku wan li Hewlêrê bi rayedarên Kurdistana Federe re hevdîtin kiriye û ew ê têkildarî serdanê raporek amade bikin û wê ji Wezareta Karên Navxwe re ragihînin. Salici destnîşan kir ku ew girîngiyê didin ku cîranên wan ên li herêmê di nava aştî û aramiyê de bijîn û wiha got: “Divê êdî ne li raboriyê, divê em li siberoja xwe binêrin. Em dixwazin bibin mîmarê vê siberoja hevpar. Armanca me ew e ku îstîkrar û aramî li herêmê pêk were. Siyaseta li ser nasnameyan cihêkariyê wê zêdetir bike. Di nêrîna me ya cîhanê de teqez siyaseta li ser nasnameyan were kirin nîne. Pirsgirêkên li herêmê tenê dikarin bi rêya diyalogê werin çareserkirin.”