Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî 2023-01-30 16:11:35   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê û ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Şevîn Coşkun, têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Coşkun di pêşnûmepirsê de xwest ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bersivê bide.    Di pêşnûmepirsê de rapora di 25’ê çileyê ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hate bibîrxistin û wiha hat gotin: “Li girtîgehê odeya ku weke ‘odeya bisunger’ tê pênasekirin heye û agahî di destê me de hene ku li vê odeyê îşkence li girtî û hikûmxwaran tê kirin.    CUREYÊN XWARINAN HATINE KÊMKIRIN   Ava vexwarinê nayê vexwarin, pir kêm xwarin tê dayîn û xwarin gelek nexweş in. Divê di firavîn û şîvan de sê cureyên xwarinan bên dayîn lê daxistine du cureyan.    NAMEYÊN BI KURDÎ HATINE QEDEXEKIRIN   Li pey hev lêgerîn tên kirin ku êdî di asta tundî û zordestiyê de ne. Di dema lêgerînê de alavên girtiyan tên belavekirin, dest datînin ser pirtûk û lênûskan, daxwaza guherandina odeyê ya girtiyan nayê bersivandin, daxwazname nayên guhdarîkirin, cezayên disiplînê yên keyfî tên dayîn, girtiyên ku cezayê wan dikeve bin salekê de li girtîgehên navçeyê nayên şandin, nameyên bi kurdî nayên dayîn, rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nayên dayîn, li qawîşên 20 kes lê dimînin tenê 2 rojan carekê ji bo saetekê ava germ tê dayîn û ev av bi têrî girtiyan nake.”    Coşkun xwest ku Bozdag van pirsan bibersivîne:     “*Gelo agahiya wezareta we ji binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê heye?    * We piştî rapora Baroya Agiriyê ya di 25’ê çileyê derheqê binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tu lêpirsîn dan destpêkirin an na?    *Gelo îdiaya ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ‘odeya bisunger heye û li wir îşkence li girtî û hikûmxwaran tê kirin’ rast e yan na? Heke rast be, sedema wê çi ye?    * Ji ber îşkence û miameleya xerab, ji sala 2002’yan heta niha ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê çend serlêdan bo wezareta we hatine kirin? Ji ber vê sedemê derheqê çend xebatkarên girtîgehê de kiriyarî hatine kirin?   * Ava vexwarinê ya li Girtîgeha Tîpa L a Panosê nayê vexwarin û xwarinên wê kêm û nekêr in. Gelo sedema vê çi ye?    *Ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên di rapora Baroya Agiriyê ya derheqê Girtîgeha Tîpa L a Panosê de wezareta we xebatek daye destpêkirin an na?”