Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin 2021-09-13 11:59:36 ENQERE - Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan bang kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daxwaza girtiyan û têkoşîna hevpar bê mezinkirin û wiha hat gotin: "Em amadekariyê dikin ku belgeya bangawaziya li demokrasiyê di 27'ê Îlonê de eşkere bikin." Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di navbera 11-12'ê îlonê de li Navenda Giştî ya partiyê bi rê ve çû, hat eşkerekirin.   Di destpêka encamnameyê de Denîz Poyraz, Malbata Dedeogullari û Mîraç Mîroglû hatin bîranîn.   Di encamnameyê hat diyarkirin ku bi navê Meclîsa Partiyê di civînên 'Em hemû HDP'î ne, em li her derê ne' bi ked û fedakariyeke mezin hat birêvebirin û ji bo siberojek demokratîk a Tirkiyeyê dîtine ku ev hevdîtin û civîn nîşaneya guherîneke mezin e.   Di encamnameyê de işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: "Di dema civîna me ya Meclîsa Partiyê de daxuyaniya li ser bidawîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bi raya giştî re hate parvekirin. Ji bo daxwazên girtiyên siyasî tavilê bi cih bêne anîn divê gavên pêwîst bêne avêtin. Banga ku hatiye parvekirin, ji bo girtiyên siyasî yên ku di nava zext û zordariyeke giran de ne, cihê kêfxweşiyê ye. Lê belê girtiyên nexweş nayên berdan, tecrîd dewam dike û zextên li girtîgehan jî dewam dike. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd weke sîstemekê li tevahiya civakê tê ferzkirin. Lewma ji bo bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan, wezîfeya me siyaseta demokratîk û civakê ye ku têkoşînê mezin bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk, divê rejîma tecrîdê bi dawî bibe, Tirkiye demokratîk bibe û pêşî li aştiya civakî bê vekirin."   Di dawiya encamnameyê de hat destnîşankirin ku di vê asta dîrokî de ew amadekariyê dikin ku belgeya bangawaziya li demokrasiyê ya ku xizmetê ji demokratîkbûnê re bike di 27'ê Îlonê de eşkere bikin.