‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’ 2021-09-11 14:21:43 AMED - Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan da û wiha got: “Dengê Ocalan dêngê azadî, aştî û çareseriyê ye.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Sûra Amedê bi dirûşmeya “Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, demokrasiyê ava bikin, 3’yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li eywaneke dawetê ya li navçeyê li dar xist. Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, endam û rêveberên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛAY-DER) a Amedê, Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) beşdarî kongreyê bûn.    DESTNÎŞANKIRINA PIRSGIRÊKA KURD   Parlementer Taşçier, di kongreyê de destnîşan kir ku kurd dixwazin li ser axa xwe xwedî statuyekê bibin û wiha got: “Bila zimanê me yê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ji bo ku ev pêk were divê em têbikoşin. Ev nebin em ê tune bibin. Niha li pêşiya me hilbijartin heye. Ji niha ve partî ji bo hilbijartinê amadekariyan dikin û hewldidin tifaqan ava bikin. Heta ku pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser nebe demokrasî pêk nayê. Ji ber vê yekê divê ewil pirsgirêka kurd çareser bibe. Em bi partiyên ku pirsgirêk û daxwazên kurdan nêyînin ziman re tifaqê nakin.”   TECRÎD   Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran jî xwest ku weke gelê kurd û şoreşger li dijî hemû êrişan têkoşîna yekgirtî pêş ve bibin û wiha axivî: “Ji bo ku em pêşerojeke azad ava bikin em ê têbikoşin. Ji bo ku em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, tecrîda ser birêz Ocalan û hemû gelê kurd bişikînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   'OCALAN DENGÊ AZADIYÊ YE'    Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî qala girîngiya navçeya Sûrê kir. Ceylan, hilweşandina Sûrê bi bîr xist û wiha got: “Armanca wan jêbirina bîr û bîranîn me bû. Xwestin ji hişê zarokên me bibin. Sûcê mirovahiyê hat kirin. Divê em van bibînin û têbikoşin. Qasî ku em têkoşîna xwe bilind bikin em ê encamê bistînin.”   Ceylan, bal kişand ser tecrîdirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û wiha axivî: “Birêz Ocalan remz û nûnerê têkoşînê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin dengê Birêz Ocalan dengê azadî, aştî û çareseriyê ye. Yekitiya gelê kurd, gavavêtina aştî û wekheviyê ya hemû gelan e. Ji ber vê yekê divê em bi çar destan têkoşîna xwe hembêz bikin.    Piştî axaftinan rapora faaliyetê hat xwendin. Dûre Tulîn Aydaz û Mehmet Şerîf Taraman weke hevserok hatin hilbijartin.