HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike 2021-09-07 13:54:19 ENQERE - HDP ku dê prensîbên xwe yên li ser "Tifaqa Aştiyê" ya ku ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê wekî çareseriyê tê pêşkêş kirin, di 27’ê îlonê de ji raya giştî re ragihîne.  Nîqaşên hilbijartina pêşwext rojevê germtir kiriye. Îqtidar ketiye nava tirsa wê di hilbijartinê de bi ser nekeve û ji bo vê yekê jî nîqaşên li ser daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî 7 anî rojevê. Di serdemek wiha ku behsa hilbijartina pêşwext û daxisatina benda hilbijartinê tê kirin, awirên raya giştî zivirîne ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Tê meraqkirin ku wê HDP di rojeva hilbijartina pêşwext de çi gavan biavêje. HDP ji bo pirsgirêkên li welat û çareseriya van pirsgirêkan di 27’ê îlonê de wê deklarasyonekê bi raya giştî re parve bike.    HDP di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne, Em Li Her Dere Ne" ku di meha tîrmehê de hatibû destpêkirin, rêveber û endamên partiyê heta niha çûne 60 bajêr, bi sedan navçe, bajarok û taxan û serdana xelkê kirine.    Tevî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, endamên Meclîsa Partiyê (PM), Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), rêveberên bajêr û navçeyan bi gel re civiyan û bi rêxistinên sivîl, rûspî û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtinan pêk anîn.    Di van hevdîtin û civînan de polîtîkayên hikûmetê yên li ser pirsgirêkên li welêt deqewimin, nemaze pirsgirêka kurd, krîza aborî, birêkûpêkkirinên antîdemokratîk, qedexe û astengên li pêşiya demokrasî, maf û azadiyan û bendewariyên gel hatin nîqaş kirin. Di van nîqaşan de pêşniyazên çareseriyê û rexneyên gel li ber çavan hatin girtin.    Van dane û pêşniyazên ku ji qadê hatin berhevkirin dê tev li danezana ku wekî prensîbên sereke yên "Tifaqa Aştiyê" ku ji hêla HDP ve wekî çareseriya hemî pirsgirêkên li welêt tê pêşkêşkirin, were amadekirin û were parvekirin.    DEKLARASYON DIYARKIRINA HELWESTÊ YE    Naveroka deklarasyona ku dê di 27’ê îlonê de bê eşkerekirin, dê di civîna PM û MYK de were eşkerekirin. Raporên ku hatine amadekirin dê pêşî di 11’ê îlonê li desteya bilind a partiyê PM’ê de bêne gotûbêjkirin. Pişt re wê di 12’ê îlonê de li civîna MYK’ê jî xeta têkoşînê, polîtîkaya tifaqê ya partiyê û helwesta wê ya li dijî girtinê wê were diyarkirin.    XETA SÊYEMÎN    Piştî civînên PM û MYK’ê, komîsyonek ku ji hêla Hevserokên HDP ve were avakirin dê teşeyê dawî bide deklarasyonê. Di deklarasyonê de ji tespîtên HDP’ê têkildarî pirsgirêkên welat kiriye wêdetir wê diyarkirinên muxatabê pirsgirêkê û çareseriya wê cih bigire. Di vê deklarasyonê de, HDP dê polîtîkaya Rêya Sêyemîn bi zelalî eşkere bike.