Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye 2021-09-07 09:00:33 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, diyar kir ku AKP-MHP bi guhertina pergala hilbijartinê dixwazin qezenc bikin û got ku li dijî vê pêwîstiya muxalefetê bi yekitiye wêrektir heye. AKP-MHP'ê li ser benda hilbijartinê li hev kirin û ragihandin ku wê benda hilbijartin ji sedî 10'an dakeve ji sedî 7'an. Di meha cotmehê de bi vekirina hilbijartinê re wê AKP-MHP'ê pêşniyarqanûnan ji bo vê amede bikin û bînin meclisê. Wê demê bêhtir bê fêmkirin ku di Qanûna Partiyên Siyasî û Hilbijartinê de çi guhertinan pêk bînin. Ji ber vê ji niha ve ji bo guhertina qanûnê li ser benda hilbijartinê nîqaşan dest pê kiriye.    KÊMKIRINA DENGÊ MHP'Ê   Hevberdevkê Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku daxuyaniyên Tifaqa Cûmhûr ên têkildarî benda hilbijartinê ne ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ne û wiha got: "Sedema daxistina benda hilbijartinê kembûna di dengên MHP'ê de ye. Di rastiyê de pêwîstiya wan pê tune ye. Lewre pişti guhertina ku di Qanûna Partiyên Siyasî û Hilbijartinê de pêk anîn, ji partiyên tifaqê yek an jî yekûna dengê partiyên tifaqê bendê derbas bikin temam e. Rexmî vê jî daxistina bendê ji bo pêşîvekirina MHP'ê ye."   DIVÊ BEND SIFIR BIBE   Ruştu Tîryakî, bi lêv kir ku weke HDP'ê ew daxwaz dikin ku benda hilbijartinê sifir bibe û ev tişt gotin: "Heke tê xwestin ku li Tirkiyeyê hilbijartin demokratîk bibin divê Tirkiye tev bibe herêmeke hilbijartinê û partiyeke ji sedî 1 jî deng bigire divê nûnertiya wê bê pêkanîn. Nîqaşên benda hilbijartinê ji bo veşartina sererastkirinên ku AKP-MHP dixwazin bînine. Ji sala 2015'an ve AKP bi tena serê xwe nikare bibe desthilat. Bi tifaqê piraniya meclisê bi dest dixe. Detpêkê bi tena serê xwe niha bi tifaqê jî winda dike. Bi guhertinê hesabê qezenckirinê dike. Pêşniyara ku di meha cotmehê de bînin meclisê wê ne ji bo demokrasiya Tirkiyeyê be. Pergala ku winda dikin diguherînin û deriyê qezenckirinê li xwe vedikin."   BINGEHA WÊREKIYÊ ŞERT E   Piştî van nirxandinên xwe yên têkildarî armancên AKP-MHP'ê Tîryakî derbarê muxalefetê de jî nirxandinan kir. Tîryarkî, destnîşan kir ku li rex hesabên AKP-MHP'ê hesabên polîtîk ên partiyên muxalefetê jî hene û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Daxistina benda hilbijartinê ne pêkane ku bi awayejî neyînî bandor li HDP'ê bike. Ev sererastkirina ji bo hilweşandina Tifaqa Millet e. Li dijî van gavên muxalefetê berpirsyarî dikeve ser milê muxalefetê jî. Divê li dijî vê mualefet jî hinek bi wêrek tevbigere û ji bo yekitiyeke berfireh bingeha diyalogê ava bije. Muxalefetê li ber salên borî bihêztir e. Nêzbûna muxalefetê wê polîtîkayên desthilatê vala derbixe."   MA / Bêrîvan Altan