HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand 2021-09-06 15:59:54 AMED – Komîsyona Kongreya Rêxistina HDP’ê ya Amedê daxuyand ku ew ê di nava du mehan de kongreya xwe li dar bixin û banga xwedî derketina kongreyê û mezinkirina berxwedanê kir.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê biryara li darxistina kongreya awarte da. Endamên Komîsyona Kongreyê ya HDP’a Amedê têkildarî mijarê li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û rêveberên HDP’ê beşdar bûn.    ZEXTÊN CIDΠ   Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku ji roja ew hatine ser wezîfeyê heta niha hem li dijî partiya wan hem jî li dijî gelê kurd zextên pir cidî hatin sepandin û ji bo ew civakek birêxistinkirî, polîtîk û ehlaqî biafirînin bi hemû hêza xwe xebitîne û behsa binçavkirin û girtinan kir. Ceylan destnîşan kir ku wan biryara kongreyê ji bo “di pêvajoya nû de hin bi xurtayî beşdarî çê bibe” girtiye û ew ê di her şertan de têkoşîna xwe berdewam bikin.    Piştî Ceylan, Hevberdevkên Komîsyona Kongreyê Sedat Batûr û Nevriye Çûr metna daxuyaniyê ya kurmancî û tirkî xwendin. Nevriye Çûr metna daxuyaniya kurmancî xwend û wiha got:    “Gelê me yê hêja û bi rûmet!   Rêxistina me ya HDP'ê ya bajarê Amedê, dê di nava du mehan de Kongreya xwe ya Awarte ya 5'emîn bi dirûşma "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî tecrîtê bişkînin, demokrasiyê ava bikin" pêk bînin. Ji bo pêkanîna Kongreyê Komîsyon hatiye avakirin. Em weke Komîsyona Kongreyê, bang li gelê xwe dikin û dibêjin;  Tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst, her roj polîtîkayên zilm û tundiyê, li ser partiya me û gelan kûrtir dike. Em baş dizanin ku hedefa van êrişan di serî de gelê kurd e, gelên din ên vî welatî, kedkar, jin, ciwan, zarok û bi polîtîkayên rantê talankirina xwezaya me ye. Di hedefa van êrişande daxwaza bi milyonan gelê me ya azadî û demokrasiyê heye.    ABORÎ JI ŞER RE TÊ VEQETANDIN    Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku di nava xwe de qeyranên mezin dijî, dixwaze bi polîtîkayên zilm, tundî û çewisandinê qrîza ku dijî veşêre. Di vê dema ku ev qeyrana aborî gihîştiye asta herî jor, gelê me bi birçîbûnê re rû bi rû maye, ciwan ji ber bêkariyê pirsgirêkên mezin dijîn, karker û kedkar bi mêtingeriyê re rû bi rû ne, tundiya li hemberî jinê her roj zêdetir dibe, hemû çavkaniyên aborî ji şer û rantê re tên xerckirin, êdî desthilatdariya AKP-MHP'ê nikare ruyê xwe yê rastîn veşêre.    GIRTÎGEH BÛNE ÎŞKENCEXANE    Ev tifaqa ku bi polîtîkayên şer û tundiyê hewl dide li ser piya bimîne, bi gotinên zayendperest, nîjadperest û faşîst dixwazê gel û civakê parçe bike û bike neyarê hev. Dîsa îro tecrît li ser civakê tê ferzkirin û girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Bi hezaran endam û rêvebirên parriya me, hilbijartiyên me, bi awayekî bêhuqûq li zindanan rehîn tên girtin.    ROJ ROJA MEZINKIRINA MORALÊ YE    Ji vê desthilatdariya ku bi binçavkirin û girtinan dixwazê gel û civakê biçewisîne, tu hêvî û bendewariya civakê nemaye. Gelê me li hemberî polîtîkayên qirêj ên ku tifaqa AKP-MHP’ê li hundir û derveyî welat dimeşîne, li dora partiya xwe HDP'ê dibe xelek û hêza partiya xwe xurtir dike.   Di çarçoveya kampanya me ya "Em HDP ne li her derê ne" de hevdîtinên me yên bi gelê me re û coşa gel a ji bo vê kampanyayê, rastiya xwedîderketina gelan a li partiya me HDP'ê vê rastiyê li ber çavan radixe. Roj roja mezinkirina vê moral, motîvasyon û avakirina jiyana nû ya demokratîk e. Di vê çarçoveyê de em weke Komîsyona Kongreyê, destpêkirina xebata Kongreya xwe ya ku em ê pêk bînin ji hemû gelê xwe re radigihînin.    BANGA XWEDÎDERKETINÊ   Em bang li hemû gelê xwe yê Amedê dikin ku bi vîn û biryardarî, bi hest û hêza xwe ya neteweyî bi piştgirî û piştevaniyeke dîrokî li dora partiya xwe bibe xelek û têkoşîna azadî û demokresiyê bilindtir bike.”