Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne 2021-09-06 14:17:04   ENQERE - Parlementera HDP’ê Semra Guzel, ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsa “Sedema bombebarankirina nexweşxaneya li Gundê Sikêniyê yê Şengalê çiye?" kir.   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel bombebarankirina qadên sivîl ên Şengal û Mexmûrê ya ji aliyê artêşa tirk ve bir rojeva Meclîsê. Guzel, ji bo Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivînê pêşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir.    Pirsên ku Guzel ji bo ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivînê pirsîn wiha ne:    “*Sedema van operasyonên derveyî sînor tên kirin çine?   * Sedema bombebarankirina nexweşxaneya li Gundê Sikêniyê yê Şengalê çiye?   * Sedema bombebarandina Qempa Qadiya, gundê Barê û Qempa Mexmûrê çiye?   * Bombebarandina qadên sivîl li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye. Ji ber vê yekê ew qad bi çi hêcetê tên bombebarandin?   * Ev bombebarandin bi piştevaniya kîjan sazî û welatan tên kirin?   * Derbarê operasyonan de ji Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistana Federe agahî hatine girtin? Di encama van bomberanan de çend kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne?”