Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin 2021-09-05 13:50:21 RIHA - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di Kongreya HDP’a Pirsûsê de axivî û destnîşan kir ku ew ê bi mezinkirina siyaseta HDP’ê bersiva polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê ya ku îqtidar pêk tîne bidin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Pirsûsê 3’yemîn Kongreya Asayî pêk anî. Kongre li avahiya partiyê pêk hat. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek kes beşdar bûn. Li eywana kongreyê pakartên wek “Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin daliqandin.    POLÎTÎKAYA ŞER XWE DISPÊRE TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di kongreyê de axivî. Gunay da zanîn ku Pirsûsê bajarê têkoşînê ye û rol û rista Pirsûsê ya di serdema berxwedana Kobanê de bi bîr xist. Gunay got di têkoşîna azadiya gelê kurd de navçeya Pirsûsê bedelên mezin daye. Gunay destnîşan kir ku ew ê bi mezinkirina siyaseta HDP’ê bersiva herî mezin bidin polîtîkayên şer û kûrkirina tecrîdê ya ji aliyê îqtidarê ve pêk tê. Gunay diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bidin. Gunay got ew ê xeta heqîqeta azadiyê bihûnînin. Gunay anî ziman ku çavkaniya berdewamkirina polîtîkayên şer tecrîda li Îmraliyê ye û heta azadiyê dê têbikoşin û wan berê jî dît ku fikrên Ocalan çawa aştiyê pêk aniye.    Piştî axaftinên hatin kirin Yaşar Gunduz Alp û Emîne Kaya ji bo hevserokatiya navçeya Pirsûsê hatin bijartin.