Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû 2021-08-02 13:55:18   ENQERE - Civîna Kabîneya Serokkomariyê ya ji bo agirên daristanan û bergiriyên nû yên vîrûsa koronayê taloq bû.    Civîna Kabîneya Serokkomariyê ya ji bo agirên daristanan û bergiriyên nû yên vîrûsa koronayê ku hatibû plankirin îro di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve bê lidarxistin, taloq bû. Têkildarî sedema taloqkirinê û dîroka civînê daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.