Bûldan: Îqtidara ku roj dijmêre bila were vê meydanê bibîne 2021-08-01 20:26:03 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di mitînga li Meydana Esenyûrtê de axivî û diyar kir kuîqtidar êdî rojan dijmêre û got: "Bila werin vê meydanê bibînin."  Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li Meydana Navçeya Esenyûrtê di çarçoveya kampanya "Em HDP'yî ne, li her derê ne" hevdîtina gel li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî hevdîtinê bûn û veguherî mitîngê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan beşdarî hevdîtinê bû û bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.    SILAV LI  ÎMRALIYÊ KIRIN    Tevî astengiyên polîsan jî bi hezaran welatî beşdarî vê hevdîtinê bûn û dirûşmeyên wek "Silav silav hezar silav li Îmraliyê", "Bêserok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" û "Kurdistan goristan ji bo faşîstan" berz kirin. Welatiyan dovîzên wek "Yên ku pirsgirêka kurd çareser neke, wê biçe", "Em nahêlin HDP were girtin,"Em li muhatab digerin", "Li her derê ne", "Ne tifaqa Cumhur ne jî tifaqa Millet, çareserî Komara Demokratîk e" û "Pirsgirêka kurd bi muhatabê wê re dikare were çareserkirin" hildan.    WÊNEYÊN MALBATA DEDEOGÛLLARI    Her wiha dovîzên ku navê her 7 welatiyên kurd ên li Konyayê hatin qetilkirin li serê bûn hatin hildan.    BÛLDAN: HEZAR SILAV LI GIRTIYÊN AZADIYÊ BE    Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan derket ser otobusê û xîtabê gel kir û wiha got: "Vaye ev dîmen, ev biryardariya bi coş nîşaneya wê kes nikaribe HDP'ê bigire ye. Heta hûn û em li ser pêya bin, wê ne Doza Kobanê, ne fezleke û ne jî doza girtina HDP'ê bi kêrî tu tiştekî neyê. Bila werin vê meydanê û we bibînin. Em ji vir hezar silavên xwe ji girtiyan re, ji Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Balûken, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel dişînin. Em bi hezaran car silavên xwe ji girtiyên azadiyê ku bedena xwe dane ber birçîbûnê re dişînin. Gelê me yê hêja ev ne mitîng e, tenê hevdîtinek biçûk e. Kî li ku were eciqandin, mexdûr bibe û însan li ku rastî zilmê werin HDP li wir e. HDP di nav xelkê xwe de û li cem gelê xwe ye.    ÎQTIDAR ROJ DIJMÊRE    Îqtidar bi xapandinê ketiye pey derdê xwe. Em carek din dibêjin ku îqtidar ji bo çûyînê roj dijmêre. Em ê ji niha şûn ve di hilbijartina pêş de ji îqtidara AKP-MHP'ê re bêjin bay bay.   TECRÎDA LI SER OCALAN    Li welat hiqûq û edalet nemaye. Welat bi tecrîdê tê birêvebirin. Tecrîda ku li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tê sepandin û dest pê kir, îro li tevahiya Tirkiyê belav bûye. Em carek din dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Wezîrek Dadê ku li gorî yasayên xwe tevger nake heye. Em dibêjin li gorî yasayên xwe tevger bike. Em bang dikin ku li tavilê tecrîd were rakirin.