Li Kobanê ji bo 10 şervanên HSD'ê merasîm hate lidarxistin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê ji bo 10 şervanên HSD’ê yên jiyana xwe ji dest dabûn merasîma definkirinê ya girseyî hate lidarxistin.

 
Li bajarê Kobanê ji bo 10 şervanan merasîmekê biheybet hat lidar xistin. Di merasîmê de fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, ji fermandarên HSD’ê Sîpan Hemo, Mehmûd Berxwedan û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif amade bûn.
 
Di merasîmê de Lezgîn Kobanê (Ednan Xelîl), Gîvara Kobanê (Diyar Mehmûd), Mazlûm Kobanê (Mehmûd Salih Mislim), Şervan Serêkaniyê (Silêman Mihemed) ku di 18’ê Çileyê de li Dêrezorê jiyana xwe ji dest dabûn, her wiha Dilsoz Helinc (Mistefa Mihemed), Rojhat Kobanê (Hogir Cuma) ku di 17’ê Çileyê dejiyana xwe ji dest dabûn, Ehmed Têkoşîn (Mûrad Çetîn) ku di 24’ê Çileyê de li Sirînê jiyana xwe ji dest dabûn, Çiya Qamişlo (Nasir Mihemed) ku di 1’ê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabûn, Mazlûm Emîn (Adil Emîn), Baz Kobanê (Mihemed Mamo) ku di 20’ê Çileyê li Dêrezorê jiyana xwe ji dest dabûn, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi amadebûna bi deh hezaran kesî hatin oxirkirin.
 
Piştî deqeya rêzgirtinê endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo Eyşe Efendî axivî û got ew dê mîrateya şehîdan heta dawiyê biparêzin û li ser xeta wan ji bo avakirina jiyaneke azad, tev bigerin.
 
Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî, jî anî ziman ku ew soz didin mîrateya şehîdan bigihînin lûtkeyê û got: “Wan têkoşîneke bêhempa kiriye, em soz didin malbatên xwe yên şehîdan ku em ê hemû şehîdan bînin û di goristanên şehîdan de bispêrin axa pîroz.”
 
Mazlûm Ebdî, di merasîmê de têkildarî dîlgirtiyan de jî wiha got: “Em niha ji bo bidestxistina hejmareke girtiyan têdikoş in, wê di rojên kurt ên li pêş me de 300 kes ku navên wan jî û belgeyên wan jî ji me re hatine, dê werin berdan û ji malbat û kes û karên wan re bên şandin. Di heman demê de jî em soz didin gelê xwe ku em ê heta dawiyê mîrateya şoreşê biparêzin, ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe biaxivin û fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin, bi nasnameya xwe ya Kurdî tev bigerin û ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, em ê têkoşîneke bê hempa bikin. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan biparêzin.”