Di rapora CPT'yê de behsa tecrîdê nehatiye kirin!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - CPT'yê di Rapora Giştî ya 32'yan de daxuyand ku serdana Îmraliyê kiriyee, lê belê der barê serdanê de tu agahî belav nekirin. 
 
Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Rapora Giştî ya 32'yan ku 1'ê Çileyê-31'ê Kanûna 2022'yan dihewîne, belav kir. Di raporê dee hatiye diyarkirin ku serdana Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin, lê di raporê de der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de tu agahî tune ne.
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku CPT di sala 2022'yan de heft jê peerîyodîk û neh jê "serdanên ad hocê" bi giştî 140 caran serdana welatên endamên Konseya Ewropayê (KE) kiriye. 
 
Di raporê de, di bin sernavê "Serdanên Ad Hocê" de hatiye diyarkirin ku di Îlona 2022'yan de serdana Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin, lê der barê tecrîdê de tu agahî belav nekirine. 
 
Di raporê dee wiha hatiye gotin: "Armanca bi serdana meha Îlonê ya li Tirkiyeyê, ew bû ku vekolîna şert û mercên girtiyên biyanî yên li Tirkiyeyê bê kirin. Bi boneya serdanê, şandeyê ji bo li şert û pêkanînên berpêyî çar girtiyên li Îmraliyê bikole, çûye Girtîgeha F ya Îmraliyê jî. Girêdayê, bi taybetî bal bi ser çalakiyên civakî û têkiliya bi derve re ya girtiyan de hatiye kişandin."