Li Antalyayê 10 kes hatin binçavkirin

img
ANTALYA - Li Antalyayê di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hate destpêkirin 10 kes bi serdegirtina malan hatin binçavkirin. Tê payîn ku piştî îfadeyên kesên li miduriyeta polîsan bên wergirtin dê sewqî Edliyeya Antalyayê bên kirin. 
 
Hate diyarkirin ku 10 kes bi hinceta tev li Newroza ku di 19’ê adarê de li bajêr hate pîrozkirin bûne û dirûşm berzkirine hatine binçavkirin.