Bertek nîşanî ferzkirina 'poşmanîtiyê' dan: Em serî natewînin

  • rojane
  • 18:26 7 Kanûn 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê de ya Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, ferzkirina "poşmanîtiyê" ya li girtiyan hat şermzarkirin. 
 
Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, di roja 147'an de Nobeda Edaletê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê li hev kom bûn. Di çalakiyê de pêşmalkên li ser wan “Deng bidin zindanan” û “Azadî ji bo girtiyên nexweş" nivîsandî hatin lixwekirin û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Heq, hiqûq, edalet", “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji şer re na, aştî niha" hatin berzkirin. 
 
DÊ ÇIMA POŞMAN BIBIN?
 
Sûltan Yagmekan, dayika Firat Yagmekanê di Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de, ragihand ku girtî qanûna "poşmanîtiyê" qebûl nakin. Yagmekanê bilêv kir ku 10 meh in doza edaletê dikin û wiha got: "Ger edaleta wan hebûna, em ê 10 mehan li kuçeyan, li ber girtîgeh û edliyayan rûneniştana. Ger piçekî wijdan bi we re hebûna, we yê guh li derdê me bikira û me bibihîstana û fêm bikirana. Êdî bes e, ma em ê heya kengî vê êşê bikişînin? Êdî sebra me nemay, ma qey wijdanê we tune ye? Kurê min emeliyat bûye, 9-10 rojan li nexweşxaneyê ma. Lê xeber nedan me. Ka edaleta wan? Çend roj berê kesek hat berdan, lê bêyî jig irtîgehê derkeve cardin hat girtin. Dibêjin, 'an hûn ê poşman bibin, an jî em we bernadin.' Piştî 30 salan ma dê çima poşman bibin? Heya ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Zarokên me li ku bin, em ê jî li wir bin." 
 
'EM SERÎ NATEWÎNIN'
 
Medîne Kaymaz, dayika Bayram Kaymazê di Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de jî got: "Em ê serî li ber vê zilmê netewînin. Em dest ji edalet û aştiyê bernadin."