Serokê DGD'ê Daş: Hin komele li ser navê me bazara rayên kurdan dikin

  • rojane
  • 09:48 7 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Serokê Platforma DGD'ê Abdulhakîm Daş diyar kir ku hin komele û saziyên ne girêdayî wan ji bo berjewendiyên xwe, bi partiyên siyasî re rayên kurdî bazar dikin. 
 
Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilatê (DGD), di sala 2003'yan de ji bo çareserkirina kurdên ku di salên 1990'î de gundên wan hatin valakirin û şewitandin û ji bêgavî koçî bajarên Tirkiyeyê kirine dest bi xebatên xwe kir. Platform ku di sala 2005'an de damezrandina xwe îlan kir, bi demê re li 10 bajaran xwe birêxistin kir. Di bin banê platformê de nêzî 400 komele hene û federasyonek heye. Serokê Platforma DGD'ê Abdulhakîm Daş ragihand ku di demên dawî de jin pêkhateyên ne girêdayî wan li bajarên ku kurd lê zêde ne dest bi hin xebatan kirine. 
 
Daş diyar kir ku heya niha gelek xizmet kirine û ji ber vê gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî piştgiriya wan kirine û got ku lê hin partiyên siyasî yên ku ji xebatên wan nerihet dibin platformine alternatîf ava kirine. Daş anî ziman ku ev pêvajo bi taybetî ji sala 2019'an ve dest pê kiriye û wiha got: "Sedema vê jî, ew e ku platforma me berbiçav nebe û nava wê bê pûçkkirin. Partiyên pergalê, bi taybetî di ser komeleyên herêmê re hin xebat kirin. Hin pêkhateyên bi navê DGD'ê çêkirin. Mesela 'Platforma Bilind a KOmeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilatê' û 'Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûr Rojhilatê ya Herêma 3'yan' hene. Berê jî hin komele û pêkhate hatin avakirin, lê ji ber ku bi daxwazên gel re eleqedar nebûn bi demê re winda bûn, çûn." 
 
'NAVÊ ME BI KAR TÎNIN'
 
Daş ku got "Hin pêkhateyên pergalê ku li dû hesab û kîtabine cuda ne, navê DGD'ê bi kar tînin û li navçeya Esenyûrtê ku kurd lê zêde ne hin xebatan dikin" da zanîn ku ev pêkhate di warê aborî de piştgiriyê ji desthilatê û hin partiyên din digirin. Daş ev tişt gotin: "Bi taybetî jî Partiya Deva û Partiya Gelecekê ku ji AKP'ê veqetiyane, ji bo ji xwe re qadekê çêbikin û pêwendiyê bi civakê re deynin, çi li Kurdistanê, çi jî li Stenbolê li dor maseya şeş alî daxilî nava vî gelî dibin. Ev pêkhateyên ku gava derketin holê gotin ew di ser siyasetê re ne, li Ensenyûrtê ketine bin banê hin kes û partiyên siyasî. Gel vê yekê eşkere dibîne. Gava mirov li sponsorên wan mêze dike jî, dibîne ku ev kes bi salan li dijî berjewendiyên kurdan hereket kirine û li dû rantê ne." 
 
'RAYÊN KURDAN BAZAR DIKIN'
 
Daş destnîşan kir ku pêkhate û komeleyên ku li ser navê platformê hereket dikin, bi AKP û yên wekî wê re rayên kurdan bazar dikin û wiha got: "Gava mirov di vê çarçoveyê de lê mêze dike, dibîne ku ne pêkhateyên di ser siyasetê re ne, bereksê wê di warê siyasî de bi hev re ne û dixwazin sekteyê li vê têkoşînê bixwin. Em di vî warî de gel serwext dikin. Ji lew re ji ber ku navê me bi kar tînin gelek hevalên me tevlî çalakiyên wan dibin û tew hin komeleyên me jî. Telefonî min dikin, dibêjin 'Hûn çawa li ser navê Platforma DGD'ê tiştekî wiha dikin.'" 
 
'GEL NEXAPÎNIN'
 
Daş anî ziman ku ew li ser navê partiyên siyasî tu xebatê nakin û got ku armanca wan tenê bilêvkirina pirsgirêkên kurdan û çareserkirina van pirsgirêkan e. Daş bilêv kir ku lê belê ew dibînin ku Partiya Deva, Partiya Gelecek, CHP û gelek partiyên din daxilî nava van komeleyan bûne. Daş bang li van pêkhateyên li ser navê wan hereket dikin kir: "Eger hûn dixwazin meseleya kurdî çareser bikin, divê hûn daxilî nava vê têkoşînê bibin. Gelê me nexapînin."