Rojnamevana îranî Abasîan: Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgeh in

  • rojane
  • 09:05 7 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE  - Rojnamevana îranî Asal Abasîan destnîşan kir ku Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgehên herî mezin in û got ku hêvî dike ku rojekê azadiya fikr û ramanê bê Rojhilata Navîn. 
 
Aktivîst û rojnamevana îranî Asal Abasîan ku salek berê ji ber rejîmê ji bêgavî hatiye Tirkiyeyê, li vir rojnamevaniyê dike. Abasîanê bilêv kir ku li Îranê mafê xebatê yê rojnamevaniyê esas nayê girtin û got ku Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgehên herî mezin in.
 
'ÇAPEMENÎ TÊRA XWE NÊRZA YE'
 
Abasîan ku di 17 saliya xwe de li Tehranê di qenalên fermî yên medyaya sanal de xebitiye got: "Ji ber ku ez rojnamevaneke qûîr bûm, di şert û mercên Îranê de bi gelek tiştên neyînî re rû bi rû mam. Çendî ku min karê xwe baş dikir jî, nehiştin ez di pozîsyonên çak de bixebitim. Qada edîtoriyê ya li Îranê têra xwe nêrza û cîst-heteronormatîf e. Li Îranê di atmosfereke wiha de xebat hema bibêje ne pêkan bû. Û min ji bêgavî koç kir. Êdî li Tirkiyeyê me û li vir dixebitim." 
 
AZADIYA ÇAPEMENIYÊ TUNE YE'
 
Abasîanê anî ziman ku li Îranê di warê rojnamevaniyê de bi gelek cihêkariyan re rû bi rû maye û got ku rojnamevanên jin wekî yên mêr nikarin di şert û mercên wekhev de bixebitin. Abasîanê da zanîn ku li Îranê şert û mercên rojnamevanên mêr baştir in û ev tişt gotin: "Li Îranê azadiya çapemeniyê tune ye. Me bi henekî digot, 'azadiya fikr û ramanê heye, lê gava tu bînî ziman mîsgoeriya azadiyê tune ye.' Belê, gava cesareta we hebe hûn çi bixwazin hîn dikarin bînin ziman, lê bedêleke vê heye. Ev bedêl jî bi piranî azadiya we ye. Li Îranê bi hezaran rojnamevan hene ku ji bo azadiyê bedêl dane. Mesela Roûhollah Zam ji aliyê rejîmê ve hat daliqanin. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Wekî hûn dizanin çendek berê hevpîşeyên min Nîloûfar Hamdeî û Elaheh Mohammedî hatin girtin. Yek jê gava Jîna Emînî li nexweşxaneyê di nava nivînê de bûye wêneyê wê girtiye û yek jê jî êrişa li ser merasîma cenazeyê Emîniyê kiribû nûçe. Niha her du jî nêzî 2 meh in girtî ne. Sirf ji ber ku karê xwe kirin hatin girtin. Hê jî nikarin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin." 
 
Abasîanê anî ziman ku berî ku bê Tirkiyeyê tim rastî taciza rejîmê hatiye û got ku bi girtinê gef lê hatine xwarin. Abasîanê wiha domand: "Ji ber karê xwe bi mirinê re rû bi rû mam, cezayê hepsa malê li min hat birîn, bi saetan di lêpirsînan de mam, gef li min hatin xwarin, hewl dan derûniya min xirab bikin. Tim dihatim girtin û îşkence li min dihat kirin."
 
TIRKIYE JÎ NE EWLE YE'
 
Abasîan ku niha li Tirkiyeyê rojnamevaniyê dike, bilêv kir ku çendî rewşa Tirkiyeyê hinekî ji ya Îranê baştir be jî, lê hem gef li wê hem jî li malbata wê tên xwarin û wiha got: "Gefa herî mezin jî dersînorkirin e. Ji lew re têkiliya hikûmeta Tirkiyeyê ya bi Komara Îslamê re têkiliyeke nêz e. Ez xwe li Tirkiyeyê jî ewle hîs nakim. Tirkiye ji bo rojnamevanan yek ji girtîgehên herî mezin ên cîhanê ye. Yanî wekî rojnamevanekê û feminîstekê li vir jî xwe azad hîs nakim." 
 
Abasîanê di dawiyê de destnîşan kir ku hêvî dike ku rojekê azadiya fikr û ramanê bê Rojhilata Navîn û got: "Li tu welatî divê rojnamevan ji ber karê xwe neyên îşkencekirin û girtin." 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose