Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin

  • rojane
  • 16:40 29 Mijdar 2022
  • |
img
WAN - Danişîna doza Osman Şîban ê li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin, hat lidarxistin. 
 
Danişîna doza Osman Şîban ê li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat lidarxistin. Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat lidarxistin û Şîban di danişînê de amade bû. Parêzerên wî jî ji bo li Wanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin, serî li dadgehê dabûn lê ji ber ku dadgehê daxwaza wan red kir, tev li danişînê nebûn. 
 
Ji ber ku parêzer beşdarî danişînê nebûn, parastina Şîban jî nehat girtin. Heyeta dadgehê ji bo ku di danişînek din de şahidên dosyeyê bên amadekirin û kêmasiyên hene werin temamkirin danişînê taloqî 26’ê çileya 2023’yan kir.