Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan

  • rojane
  • 15:58 29 Mijdar 2022
  • |
img
MANÎSA - Ji 17 kesên li Manîsayê hatin binçavkirin 7 jê piştî ku li emniyetê îfade dayîn hatin berdan. 
 
Di encama serdegirtinên malan ên duh li Manîsayê de hevserok û rêveberên Partiya Demokratîk (HDP) ên navçeyan jî di nav de 17 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan Fatmanûr Budak, Evrîm Aldanmaz, Pinar Çetîn û 4 kesên navên wan nehatin zanîn piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan. 
 
Hat zanîn ku Seher Gunay, Sûltan Aydin, Fadîle Gokturk, Evîn Gunsel, Kadriye Karagoz, Îbrahîm Halîl Mungan, Firat Daşkin, Emrah Sonmez, Melek Vural û Ersîn Gul jî dê piştî îfadeya li emniyetê sibe derxînin dozgeriyê. 
 
Di dema binçavkirinê de beşdarbûna Newroza 2022’yan û parvekirinên li ser hesabên medyaya civakî ji binçavkiriyan hatin kirin.