Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye

  • rojane
  • 15:48 29 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana Îranê ev 73 roj in didome. Li gorî çavkaniyan rexnegir heya niha 600 kes hatine qetilkirin. 
 
Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de li Îranê dest pê kiribû, kete roja 73’yan. Ciwan li bajarên Sinê, Abdanan ên Rojhilat careke din daketin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Êrişên hêzên rejîmê yên li dijî çalakiyan jî didomin. Hat zanîn ku welatiyên ji heman malê ên bi navên Afaq, Şemsê, Perwîz, Xesrew hatina girtin. Her wiha welatiyê bi navê Şoreş Nikman ku di çalakiyên şermezarkirinê de hatibû qetilkirin, li gundê xwe yê Qelacuxê hate veşartin. 
 
GREV DOM DIKIN
 
Li gelek bajarên Îranê xwendekarên zanîngehan çalakiyên xwe domandin. Li hin herêmên paytexta Îranê ya Tehranê jî hin çalakî hatin lidarxistin. Li bajarê Kirmaşan ê rojhilatê Kurdisatnêû bajarên Îsfehan, Şîraz, Kaşan û Bender Ebasê jî greva birçîbûnê ya karker û ajokaran berdewam dike. 4 sendîkayên teqawîtbûnê jî piştgirî dan çalakiyên şermezarkirinê û xwestin ku cihêkariya zayendê bê bidawîkirin, hemû girtî bi awayeke demildest werin berdan û kesên îşkenceyê li çalakvanan dikin bên girtin û darizandin. Sendîkayên teqawidan rejîm hişyar kir û gotin ku heke daxwazên xwepêşendêran neyên guhdar kirin dê çalakiyên ku têne kirin hîn mezintir bibin.  
 
600 KESAN ZÊDETIR KES HATIN QETILKIRIN
 
Li gor bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya hefteyek berê aşkera kiribû, ji 16’ê îlonê heya niha 51 jê zarok herî kêm 416 kes hatine qetilkirin. Li gorî hin çavkaniyên rexnegir, di çalakiyên şermezarkirinê de heya niha zêdetirî 600 kes hatine qetilkirin.