HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin

  • rojane
  • 15:15 29 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniya HSD'ê bîlançoya roja 28'ê Mijdarê ya êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û diyar kir ku Tirkiyeyê duh bombe li nexweşxaneya gundekî Kobanê barandiye
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 28'ê mijdarê ya êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.
 
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
 
"Êrişên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her cure çekan, ji balafirên şer û balafirên keşfê heta topbarana bi topên giran, hawan û tankan, bedewam dike. Di êrişên doh de nexweşxaneyek li gundê ‘Qeremox’ a gundewarê bajarê Kobanê hat bombekirin.
 
Dagirkeriya tirk, ji roja yekê ya êrişa ve ji bo têkbirina ewlekarî û aramiyê li herêmên me, ji komkujî û xisarkirina mal û milkên gel bi awayekî bi zanebûn dike armanc.
 
Encama êrişên dagirkeriyê yên saetên dawî ya roja 27'ê mijdarê û her wiha encamên roja 28ê mijdarê ev in:
 
27'ê mijdarê;
 
HERÊMA CIZÎRÊ
 
Til Temir;
 
Gundê Şêx Elî 4 caran bi obusan hat topbaran kirin.
 
Zirgan;
 
Baregeha çeteyên dagirker ya li gundê Ebdilhey bi 3 obusan hat topbarankirin.
 
 
HERÊMA FIRATÊ
 
Girê Spî;
 
Gundên Seyda, Dibis, Xalidiye û Huşan bi hawan û bombeavêjan hatin topbarankirin.
 
Eyn Îsa;
 
Gundê Qitisa 2 caran bi obusan hat topbarankirin.
 
Tirwaziye;
 
Bejahiya bajaroka El Kenterî 5 caran bi obusan hat topbarankirin.
 
28'ê mijdarê;
 
HERÊMA EFRÎNÊ
 
Gundên Meyasê, Şewerqa, Tatmaraş, Merenaz, Kiştear, Bêne, Bêlluniyê, Soxaneke, Aqibê, Şêx Îsa, Seddê Şehba, Minnix, Radar û derdora bajaroka Til Rifatê 132 caran bi obusan û 17 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin. Di encama topbarana li ser gundê Aqibê zirarên madî gihişt gundiyan.
 
Çeteyên dagirker hewldana êrişê xeta gundê Hirbilê bikin. Ev êriş hat têk birin.
 
HERÊMA CIZÎRÊ 
 
Til Temir;
 
Gundên Gozeliyê, Tewîla, Til Leben, Til Tewil û Um El Kêf ji 20 caran zêdetir bi obusan ve hatin topbaran kirin.
 
Zirgan;
 
Gundên Bobî, Niwêhat, Rabîat, Dada Ewdal, Xidrawî, El Esediye, Mehermela û bajaroka Zirganê 48 caran bi obusan hatin topbaran kirin herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.
 
HERÊMA FIRATÊ 
 
Kobanê;
 
Gundên Çarixlî, Zormexar, Ziyaret, Goran, Xirbîsan, Til Ehmed Mûnîr, Qeremox û bajaroka Şiyux Foqanî 10 caran bi hawanan, 20 caran bi obussan û 6 caran jî gulleyên tankê ve hatin topbaran kirin. Li gundê Qeremox nexweşxaneya gund hat hedef girtin.
 
Minbic;
 
Gundên Cat, El Kawiklî, Til Hemam, Toxar, Xalidiyê û Hoşeriye 11 caran bi obusan hatin topbaran kirin.
 
Girê Spî;
 
 Gundên Dibis, Seyda, Xirbet Beqer û rêya M4 a navdewletî bi hawan û tankan hatin topbaran kirin.
 
Dronek intîxarî êrişê gundê Til Xan kir.
 
Tirwaziye;
 
Bejahiya bajarokên El Kenterî, Zîban û Um El Beramîl 15 caran bi obusan û 7 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin."